Xizmên windayan qurbaniyên komkujiyên Gazî û Qamişloyê bi bîr anîn

Xizmên windayan li Amed, Gever û Êlihê di çalakiyên hefteyî de kesên ku di qatlîamên Gazî û Qamişloyê de ji hatine qetilkirin bi bîr anîn diyar kirin ku îro jî dewlet li bajarên Kurdistanê di bin navê "Qedexeyên kolanan" de qatlîaman pêk tîne.

Xizmên windayan li Amed, Gever û Êlihê di çalakiyên hefteyî de kesên ku di qatlîamên Gazî û Qamişloyê de ji hatine qetilkirin bi bîr anîn diyar kirin ku îro jî dewlet li bajarên Kurdistanê di bin navê "Qedexeyên kolanan" de qatlîaman pêk tîne. 

AMED

Xizmên windayan û ÎHD a Amedê çalakiya xwe ya hefteya 370'emîn bi slogana "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li Parka Koşuyolu li dar xistin. Malbatan di çalakiyê de wêneyên kesên ji hêla JÎTEM’ê ve hatine qetilkirin û windakirin hilgirtin. Rêveber û endamên ÎHD'ê yên Amedê, xizmên windayan û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê tevlî çalakiyê bûn. Ji parêzerên ÎHD'ê ya Şaxa Amedê Hatîce Demîr di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku li Kurdistanê bi qedexe û êrîşan mafê mirovan tên binpêkirin û wiha axivî: "Îro salvegera qatlîamê Gazî û Qamişlo yê ye. Em kesên di van qetlîaman de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Ev 8 meh in li bajar û navçeyan Kurdîstanê qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Di vê pêvajoyê de komkuji pêk hatin û gelek welatî di jêrzeminan de hatin qetilkirin û gelek welatî jî ber ku ambulans nehatin şandin bi birîndarî jiyana xwe ji dest dan."

Demîr balkişand ser komkujiyên ku li Surê pêk hatin û wiha got: "Li Sûrê gelek welatî ku xwestin derkevin ji aliyê leşkeren ve hatin tezîkirin. Waliyetê Amedê ku vê îşkenceyên ku pêk hatin diparêze. Em wan şermezar dikin."
Demîr da zanîn ku dewletê zarokên malbatên ji Sûrê derketin ji wan girtin û teslîmî SHÇEK'ê kirin û wiha pê da çû: "Em dibêjin bila dewlet zarokan bide malbatan. Disa dewlet li girtigehan işkenceyê li girtiyan dike û wan sirgûn dike. Em wan şermezar dikin."

Rêveberê Şaxa ÎHD ya Amedê Gulîstan Yalçindag Gençer jî çîroka Îbrahîm Gundem ê ku ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin xwend. Yalçindag Gençer diyar kir ku di 25'ê İlonê 1991'yan de li gundê Sarierîkê ya navçeya Hezro ya Amedê ji aliyê serpel Kenan Şahîn û gelek leşkeran bi ser gund de hat girtin. Gençer da zanîn ku di wê operasyonê Gundem te windakirin û wiha berdewam kir: "Di êrşê de gotin serê sibê em ê berdin. Serê sibê bavê Îbrahîm, Ahmet Gundem çû qerakolê û pirsa kûrê xwe kir. Gotin kurê te ne li qereqolê ye. Piştre bav diçe Walîtiya Amedê û ew jî dibêjin me negirtiye. 15 Sibatê 1993'an de ji aliyê leşker û cerdevanan ve mala wan hat şawitandin. Malbata Gundem jî koçberî Amedê bûn. Heta niha jî malbatê ti agahî negirtiye."
Piştî axaftinan 5 deqe çalakiya rûniştinê hat li darxistin.

ÊLIH

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan di hefteya 370’emîn de çalakiya xwe ya bi slogana “Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin” berdewam kirin. Çalakî wek her hefteyê li serê kolana Gulîstan li ber Abîdeya Mafê Mirovan hate li darxistin. Aktîvîstên mafê mirovan û xizmên windayan wêneyên kesên di salên 1990’an de hatin windakirin û qetilkirin hildan û li aqûbeta zarokên xwe pirsîn. Li ser navê xizmên windayan Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Mehmet Bagatir axivî û diyar kir ku ew di hefteya 370’emîn de li qadane û aqûbeta windayan dipirsin. 

‘DEWLET SÛCÊ MIROVAHIYÊ DIKE’ 

Bagatir destnîşan kir ku di qedexeyên derketina kolanan û pêkanînên awarte yên li Kurdîstanê de ji hezarî zêdetir welatî hatin qetilkirin û wiha got: “Di nav 4 mehên dawî de di serî de li Sûr û Cizîrê li gelek deveran şûnwarên jiyanê hatin rûxandin û talankirin. Bi çekên giran li bajaran xistin xera kirin. Bi sedan welatî di jêrzemînên berxwedanê de hatin hatin şewitandin û qetilkirin. Ev hemû ne bes bûn, cenazeyên welatiyan bi rojan li erdê man û hêzên dewletê nehiştin ku bên definkirin. Her wiha bedenên gelek mirovan ku li dijî rûmeta mirovan e hatin teşhîrkirin. Ev hemû sûcê mirovahiyê ne.” 
Daxuyanî bi çalakiya 5 deqîqeyan bi dawî bû. 

GEVER

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û qetilkirin bipirsin li Kolana Hunerê cara 99'emîn hatin cem hev. Malbatan di çalakiyê de wêneyên kesên ji hêla JÎTEM’ê û leşkeran ve hatî qetilkirin û windakirin hilgirtin. Di çalakiyê de nûnerên ÎHD'ê, Dayîkên Aşitiyê, saziyên civaka sivîl û gelek welatî amade bûn. Dayîkan cara 99’emîn ji bo êdî li Kurdistanê ti kes neyê qetilkirin û windakirin daxwaza edaletê kirin.
Di çalakiyê de pîştî rêzgirtinê Rêveberê ÎHD’ê yê Geverê Tayûp Canan daxuyanî xwend û diyar kir ku Kurdistan wek salên 90'î dîsa di dorpêça hêzên dewletê de ye. Canan got ku çawa ku dewlet di salên 90’î de welatiyan direvand û bi awayek veşartî qetil dikir lê niha ne raste rast êrîş dike û qetil dike. 

Çalakî bi 5 deqe çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 

ÎZMÎR

Xizmên windayan û ÎHD'ê li ber Sumerbanka Konakê daxuyanî da. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û nûnerên STK'an jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê "Kiryar diyar in, winda li kû ne" hate vekirin û wêneyên kesên ji aliyê hêzên dewletê ve hatine windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka windakirina Nurettîn Toluk ê di 16'ê Adara 1995'an de li Kadîfekaleya Îzmîrê hate binçavkirin û piştre hate qetilkirin, hate pavrekirin. 
Rêveberê ÎHD'ê Ahmet Çîçek çîroka windakirina Toluk xwend û got ku Tolak di 16'ê Adara 1995'an de hatiye binçavkirin û saleke jê agahî nehatie wergirtin, piştî demeke dirêj a lêgerînê malbatê li ser îhtîmala kesekî bêkes a qeyda wî li morga Zanîngeha Egeyê heye û li goristana bêkesan hatiye definkirin di kanûna 1995'an de hatiye fêmkirin ku cenaze aydî Toluk e. Çîçek anî ziman ku wekî Toluk trenê lê daye û jiyana xwe ji dest daye derbasî qeydan hatiye kirin.

Piştî axaftinê 5 deqe çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.