Xizmên windayan li 5 navendan di nav çalakiyan de bûn

Xizmên windayan li 5 navendan di nav çalakiyan de bûn

Li Amed, Êlih, Gever, Îzmîrê û Cizîrê ji bo kesên di cînayetên kiryar nediyar de hatin windakirin çalakî hatin lidarxistin. Şerokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî zagona ewlehiyê rexne kir û wiha ji hikûmetê re bang kir: "Li Kurdistanê ewlehî bi peydakirina windayên me û bi paşerojê re rûbirûbûnê wê pêk bê.

AMED

Şaxa ÎHD'ê ya Amed û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteyî weke her hefte li Parka Koşuyoluyê li dar xistin. Nûnerên ÎHD, MEYA-DER ,KESK ,TUHAD-DER, Dayikên Aştiyê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Hevserokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku berpirsyarên cînayetên li ser gelê Kurd hatin kirin hikûmeta AKP'ê ye û wiha axivî: "Heya em windayên xwe nebînin em ê çalakiya xwe pêk bînin û heya dewleta Tirk windayên me peyda neke em ê wê çalakiya xwe li vir bikin." Bîlîcî zagona ewlehiyê rexne kir û wiha ji hikûmetê re bang kir: "Li Kurdistanê ewlehî bi peydakirina windayên me û bi paşerojê re rûbirûbûnê wê pêk bê."

Di çalakiya hefteyê de çîroka Mustafa Erzîk hate vegotin. Endamê Komîsyona Cînayetên Kiryar Nediyar û Windayan ê ÎHD'ê Prz. Abdullah Zeytun çîroka Erzîk vegot. Zeytun wiha axivî: "Şerîfe Erzîk, têkildarî qetilkirina hevserê xwe Mustafa Erzîk îfade dabûn û gotibû, 'Hevserê min ji ber cerdevanî qebûl nekir her tim dihate binçavkirin. Ji bo bibe cerdevan her tim zext li ser dihatin kirin. Ji ber van zextan êdî me nedikarîn li gund bijîn. Ji ber vê yekê me li gundên cîranên xwe tutîn diçand û derbara xwe dikir. Di meha gulandê de leşkaran bi ser gund de girt. Gundê me û her tiştê me şewitandin. Hevserê min jî girtin û birin. Dema şevê bi panzerê vegeriyan dema ez çûm ber panzerê tenê min soleke hevserê xwe dît. 3 rojan ez li hemû qereqol û nexweşxaneyan geriyam lê min tu agahî ji hevserê xwe negirtin. Di roja 4'emîn de min cenazeyê hevserê xwe li ber avê dît. Dema min cenazeyê hevserê xwe dît, min dît ku cenazeyê hevserê min ewil gulebaran kirine û piştre bi panzerê ve di erdê re hatiye rakêşandin.Cenazeyê wî nedan me. Wan bi xwe defin kir û destûr nedan em defin bikin.'"

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.

ÊLİH

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan jî bi armanca çalakiya xwe ya hefteyî li Parka Ataturkê li dar xistin. Şaxa MEYA-DER, KURDÎ-DER, nûnerên saziyên sivil û gelek xizmên windayiyan amadê bin bûn û wêneyên kesên hatin windakirin hilgirtin. Serokê Şaxa Mafê Mirovan Mehmet Bagatir axivî û diyar kir ku dibe niha dewlet guh bide dengê dayikên her hefte daxwaza kiryarên zarokên xwe dikin. Bagatir, li ser kuştina Abdurrahman Olcay jî rawestiya û anî ziman ku kesên ku malbatên wan her hefte li kolanan in hemû wek Olcay in û wiha axivî: "Bi salan e bi hezaran kes di temenê xwe ya biçûk da hatine windakirin û qetilkirin. Kesên ku piştî gelek salan di çalan de tên ditin yên ku hêj nehatine dîtin jî hene. Em li vir wek her hefte bang li dewletê dikin bila demildast vê pirgirekê çareser bike."

Endamê ÎHD'ê ya Êlihê Fahretin Asutay daxwuyaniya hefteyî xwend û destnîşan kir ku heya aqubeta windayan neyê pirsin û katlîamên di salên 90'î de neyên ronîkirin kir tu pirsgirêk nayê çareserkirin.

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

COLEMÊRG

Li navçeya Geverê ya Colemêrg jî bi heman armancê li Kolana Hunerê çalakî pêk hat. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Nûnerê Şaxa ÎHD'ê yê Geverê Muhyettîn Unal diyar kirk u serê sibê çeteyên DAIŞ'ê disa êrîş li Kobanê kirin û bang li hemû kesî kir ku xwedî li Kobanê derbikevin. Unal, anî zimanku zêdehî 2 mehin pêkanên polîsan ên li Geverê bi guman dişopînin.

Rêveberê ÎHD'ê Tayyîp Canan jî çîroka Saît Akin ê ku di sala 1995'an li gundê Befircanê ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin vegot. Canan diyar kir ku leşkerên di bin fermandariya Serdar Mehmet Emîn Yurdakul ê li Tabura Komandoya Çiya ya Geverê peywirdar bi ser gund de girtin û hemû welatiyên gund li qadê komkirn û ji îşkenceyê re derbas kirin û wiha got: "Ji wan re gotin heke stargehê ji wan re nebêjin dê gundiyan bavêjin patosê." Canan anî ziman ku di stargehan li gund hatî dîtin de 4 endamên PKK'Ê hatin înfazkirin û di heman rojê de Saît Akin jî birin avêtin stargehê û bi bombeyan qetil kirin.

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD'ê ji bi heman armancê li Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de aqubeta Endamê ÎHD'ê Dr. Hasan Kaya ê ku di 21'ê sibata 1993'an de bi hinceta "nexweşê lezgîn heye" gazîkirin û Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Xerpêtê Prz. Metîn Can hate pirsîn.

Li ser navê komê nûnerê Herêma Ege yê ÎHD'ê Prz. Alî Aydin daxuyanî xwend û diyar kir ku di 21'ê sibata 1993'an de seat di derdora 19.00'an de Dr. Hasan Kaya re gotin, "Nexweşê lezgîn heye werin" Kaya ji ber ewlehiya canê wî tunebû Serokê Şaxa ÎHD'ê Metîn Cansiz bi xwe re bir û wiha got: "Piştî venegeriyan malê malbatan serî li dozgeriyê û Midûriyeta Polîsan dan. Lê ji wan tu agahî nehatin girtin."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

CIZÎR

Dayikên Şemiyê yên Cizîrê di çalakiya xwe ya hefteyî de aqubeta Huseyîn Teymurtaş ê ku di sala 1989'an gazîkirin qereqolê û piştre careke din ti agahî jê nehatin girtin pirsîn. Hevsera Teymurtaş Fatma Teymurtaş wiha bang li Serokomar Erdogan kir: "Heke wijdan û însafa te hebe hestiyên zarok û hevserên me bide."

Dayikên Şemiyê yên Cizîrê çalakiya xwe ya hefteya 311'emîn a bi armanca aqubeta windayan bipirsin li Kolana Hunerê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên di salên 90'an de hatin windakirin hatin hilgirtin. MEYA-DER, ÎHD û Dayîkên Aştiyê jî tevlî çalakiyêm bûn. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Huseyîn Teymurtaş ê ku di sala 1989'an li gundê Hêtma yê navçeya Basa ya Şirnexê ji aliyê leşkeran ve gazîkirin qereqolê û careke din tu agahî jê nehatin girtin hate vegotin. Hevsera Teymurtaş Fatma Teymurtaş çîroka hevserê xwe vegot.

Teymurtaş, diyar kir ku 26 salin tu agahî ji hevserê xwe yê bangî qereqolê kirin nagire û wiha got: "Ez dixwazim hestiyên hevserê min bên dîtin û kiryar bên dîtin. Erdogan dema dayîka wî jiyana xwe ji dest da rondik barandin. Her roja înê diçe ser gora dayîka û ziyaret dike. Gelo em mirov nîn in? Hûn gora dayîka xwe ya pîr ziyaret dikî lê em gora zarokên xwe yên di temenek biçûk de hatin windakirin em nizanin. Heke wijdana te hebe hestiyên zarok û hevserên me bide. Dê goreke me ya em duayan li ser bixwînin hebe.Em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Em dê heya xwîna dilopaya xwîna xwe ya dawî lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin."

Endamê ÎHD'ê Abdulkerîm Pusat jî diyar kir ku ew ji bo hestiyên xizmên xwe yên ji aliyê tîmên dewletê ve hatin înfazkirin peyda bikin hatin cem hev. Pusat, anî ziman ku rayedarên dewletê heya niha derbarê mirovên windakirin de tu daxuyanî nedan.

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.