Xizmên windayan ji bo Abdûssamet Çîçek li hev civiyan

Di çalakiya xizmên windayan a hefteya 483’yemîn de, li aqûbeta Abdussamet Çîçek hate pirsîn ê ku piştî beşdarî taziya xizmekî xwe yê faîl nediyar, hat kuştin.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan bi boneya li aqûbeta kesên hatin windakirin û kujer bên cezakirin, di hefteya 483’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xist. Çalakî li avahiya ÎHD’ê pêk hat, rêveber û xizmên windayan beşdar bûn. Di çalakiyê de aqûbeta Abdussamet Çîçek hat pirsîn ê ku di 15’ê Adara 1992’yan li navçeya  Farqînê hat  winda kirin.

‘HETA PÊŞEROJ NEYÊ QEBÛL KIRIN, EDALET PÊK NAYÊ’

Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî axivî û wiha got: “Ligel hemû êrîş û zextan me dest ji têkoşîna edalet û mafê mirovan berneda. Li Tirkiyeyê heya rastî neyê qebûlkirin, edalet pêk nayê. Heya aqûbeta windayan neyê pirsîn, edalet pêk nayê.

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî, Roja Dayîkan pîroz kir û wiha axivî: “Berî her tiştî ez Roja Dayîkan li Dayîkên Aştiyê û Dayîkên Şemiyê pîroz dikim. Divê partiyên siyasî û serokkımar rastiya pêşerojê qebûl bikin. Em mereq dikin gelo ji bo xizmên windayan çi soz û sondên wan hene?”

'GAVA JI MERASÎMA CENAZE VEDIGERIYA HAT KUŞTIN’

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Adbussamet Çîçek ê di 15’ê Adara 1992’yan li navçeya Farqînê gava ji merasima cenazeyê xizmekî vedigeriya hate kuştin. Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Hasan Yalçin çîroka Çîçek xwend. Yalçin, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Çiçek beşdarî cenazeyê Hanefî Kûtlû bû yê ku li Farqînê bû qûrbaniyê kiryar nediyar. Piştî merasîma cenaze, di vegera malê de 3 kes wî dişopînin. Ev sê kes gule li Abdussamet Çîçek direşînin. Çîçek li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Gel bera faîlan da û ew girtin. Lê rayedarên Midûriyeta Polîsan hatin cihê bûyerê û faîl ji destê gel derxistin.  Faîlên birin qereqolê piştî sê rojan bi hinceta delîl tuneye faîl serbest berdan.”

Yalçin, da zanîn ku ligel van hemûyan, êrîşên li ser malbata Çîçek tim berdewam kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî kuştina Çîçek li malbatê tim gef hat xwarin. Kurê Çîçek gava ji dibistanê vedigeriya malê rastî êrîşa bi kêr a kesên nasnameya wan ne diyar hat û rakirin nexweşxanê. Êrîşkar gava dibihîsin kurê Çîçek nemiriye, diçin nexweşxanê, lê bijîşk wî di beşa welidandina jinan de vedişêrîn. Bi vî awayî kurê Çîçek ji kuştinê xelas dibe. Midûriyeta Polîsan, Çîçek weke ‘endamê rêxistinê’ derbasî qeydan kiribûn. Faîlên Çîçek ligel hemû hewldanan jî nehat dîtin.”