Xizmên Nebedîbûyiyan berxwedana greva birçîbûnê silav kirin

Li Amed û Îzmîrê xizmên nebedîbûyiyan û parêzvanên mafê mirovan lêgerîna xwe ya edaletê domandin. Di çalakiyan de berxwedana greva birçîbûnê jî hate silavkirin.

AMED

Endamê Komîsyona Nebedîbûyiyan a ÎHD’ê Adnan Orhan diyar kir ku ew ê li aqûbeta kesên ku hatine nebedîrin bipirsin û got: ‘’Polîtîkayên salên 90’î hê jî berdewam dikin. Ji wê demê û heta niha hişmendî qet neguherî. Di her şert û mercî de ew ê aqûbeta kesên ku hatine nebedîkirin bipirsin.’’

Orhan bal kişanda ser girêva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên PKK,PAJK’ê, bang li hikûmetê kir ku demildest şertên girtîgehan baş bikin û operasyonan bidin rawestandin. Her wiha Orhan ji bo ku darbest ji girtîgehan dernekevin bang kir ku gel bihistyar be.

Endama komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Dîlan Denîz Vûrgûn çîroka Nurettîn Ozturk di çalakiyê de xwend. Vurgun got, 5’ê Nîsana 1984’an polîsan li Enqerê dema ku Nûrettîn Ozturk li gel hevalekî xwe di ma bi ser malê de girtine, hatiye binçavkirin û ji wê demê ve agahî jê nehatiye girtin.

Di çalakiyê de her wiha çîroka Serokê Rûmetê yê SES’ê Necatî Aydin jî hate parvekirin ku 1994’an piştî ku hate binçavkirin li ser rêya Farqînê cenazeyê wî hatibû dîtin.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê jî bi mebesta ku aqûbeta kesên hatine nebedîkirin were pirsîn çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de Rêveberê Şûbeya ÎHD’ê Ahmet Çîçek axivî, bal kişande ser grêva birçîbûnê ya Şakranê ku ev 53 roj in didome û xwest ku di zûtirîn demê de bersiv ji bo dawazên girtiyan were dayin.

Vê heftiyê li aqûbeta Aydin Tekay hate pirsîn ku Tekay 1994’an ji hêla Fermadariya Jandama a Kocakoyê ve hatibû binçavkirin û careke dî agahî jê nehatibû wergirtin. Çîçek got: ‘’Aydin Tekay li gundê Dilber ê Licê yê Amedê dijiya. Bavê du zarokan bû. Hevjîna wî ducanî bû. Ji ber ku kesek nebû li malbatê binere nikarîbû biçe leşkeriyê. Bi firotina şînî û fêkî debara xwe dikir. Ji ber ku ji malbata wî tevlê PKK’ê bûbûn dewletê tim ew dişopand.’’