Xelkê Îdîrê li dijî biryara Lijneya Hilbijartinê meşiyan

Xelkê Îdirê li dijî redkirina serlêdana namzetên Hevşdaredariyê yên DEM Partiyê meşiyan û biryar protesto kirin.

Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Îdirê ya Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) serlêdana namzetiya Hevşaredarê Îdirê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û serlêdanên namzetên endamên Meclîsa bajêr red kir. Xelkê Îdirê li dijî biryarê li ber buroya Taxa Sogûtlûyê hatin ba hev û meşek li dar xistin.

Endamê Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ya DEM Partiyê Mehmet Çîrka axivî û diyar kir ku wan û endamên CHP'ê û ÎYÎ'yê ji bo serlêdanê qebûl bikin dengê xwe dane û endamên AKP'ê beşdarî civînê nebûye, lê 2 memûr û dadgerekê ji bo redkirina serlêdanê deng dane. Çîrka anî ziman ku ji ber bandora dadger serlêdan hatine redkirin û got: “Ew li dijî vê biryarê nerazî ne û dê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr jî bidin.”  Çîrka got, “Li vir lîstikek heye.  Namzetê AKP’ê di civînê de tunebû.”

MEŞ HAT LIDARXISTIN

Piştî daxuyaniyê xelkê Îdîrê bi dirûşmeyên “Îdîr li îradeya xwe xwedî derkeve”, “Wê AKP hesab bide gel” û “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin” dest bi meşê kirin. Meş bi dirûşmeyan heta Qada Zagrosê berdewam kir.

Piştî meşê banga sibe di saet 09.00’an de li Qada Zagrosê em li hev bicivin hat kirin.