Tîmek ji tîmekî zêdetir: Amedspor

Amedspor ku ji roja ava bûye û vir ve dibe hedefa êrîşên nijadperestî, ceza, êrîş û gefê, îro li deplasmanê tê pêşkberî Somasporê. Eger bi serketinê ji qadê vegere, wê gelekî nêzî şampiyoniyê bibe ku 12 sal in bi hesreta wê ye.

Amedspor ku li Koma Sor a Lîga 2'yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) têdikoşe, di 18'ê Tebaxa 1976'an de weke Melîkahmetspor ava bû. Melîkahmetspor di sala 1990'î de bû Diyabakir Belediyespor, di sala 1996'an de bû Diyarbakir Buyukşehîr Belediye Dîskîspor. Bi piştgiriya şaredariyê serketinên mezin bi dest xist.

Tîm yek bi yek ji kom û lîgan derbas bû, di sala 2010'an de weke Kulûba Diyarbakir Buyukşehîr Belediyesporê têkoşîna xwe ya li qada futbolê dewam kir.

Di 28'ê Cotmeha 2014'an de di Civata Giştî ya Awarte de navê kulûbê bi hevdengiyê bû Amed Sportîf Faaliyetler. Kulûbê navê Kurdî yê bajêr li xwe kir, serlêdana guhertina nav ji TFF'ê re ragihand, lê timî bêbersiv ma. Dawiya dawî TFF'ê di Tebaxa 2015'an de piştî salekê navê Amedsporê pejirand.

BI HEZARAN ÊRÎŞÊN NIJADPERESTÎ Û CEZA LI AMEDSPORÊ HATIN BIRÎN

Bi taybetî ji sala 2015'an û pê ve cihêkarî û kiryarên li dijî hiqûqê yên li hemberî Amedsporê zêde bûn. Tîm bû hedefa aktorên siyasî û di hemû maçên deplasmanê de êrîşê fîzîkî li hemberî rêveber û lîstikvanên tîm hatin kirin. Alîgir bi giranî hatin binçavkirin, her wiha li tîm hate qedexekirin û alîgir biçin deplasmanê. Bi armancên siyasî bi hezaran ceza li tîm hatin birîn.

Tîm di nava raya giştî ya Tirkiyeyê de bi navê Amedsporê êdî hate naskirin. Di 31'ê Çileya 2016'an de Bûrsapor û Amedspor di Kûpa Tirkiyeyê ya Zîraatê de hatin hemberî hev. Di dema maçê de tim û tim êrîşên nîjadperestî li lîstikvanên Amedsporê hatin kirin. Trîbunên Amedsporê gotin, "Bila zarok nemirin, karibin bêne maçê", li aliyê din alîgirên Bûrsayê timî digotin, "Şehîd namirin, welat parçe nabe". Spîkerê sporê yê A-Haberê ku pêşkêşiya maçê dikir, ji bo nebêje Amedspor gelekî hewl da û timî ji bo lîstikvanên Amedsporê digot 'ew'. Li gel êrîşên nijadperstî jî Amedspor di maçê de bi ser ket.

Di sala 2016'an de di maça Ankaragucu de bi çoyên ji hesin êrîş li trîbuna protokolê ya rêveberên Amedsporê hate kirin. Berdevkê Çapemeniyê yê Kulûbê û parêzer Haldî Soran Mizrak ji pêlika bi 2.5 metreyî hate avêtin.

Di 5'ê Adara 2023'an de di maça hefteya 23'an a Koma Spî ya Lîga 2'yemîn a TFF'ê de li Bûrsayê Bûrsaspor û Amedspor hatin hemberî hev. Beriya maçê dikandarên Bûrsayê bi fîzîkî û devkî êrîş birin ser lîstikvanên Amedsporê. Beriya maç destpê bike alîgirên Bûrsasporê ketin Arenaya Tîmsah û aleke Tirk a bi dehan metre dirêj daliqandin û dirûşm qîriyan. Futbolvanên Bûrsasporê jî dema ku ji bo xwe germ bikin daketin qadê li ber strana 'Ne mûtlû Turkum diyene' derketin qadê.

Her wiha dema ku lîstikvanên Amedsporê daketin qadê dirûşmên nijadperestî qîriyan. Êrîşên nijadperestî piştre veguherî êrişên fîzîkî. Tevî ku li derdora qadê gelek polîs hebûn jî êrîş li lîstikvanên Amedsporê hate kirin. Di dema êrîşê de li trîbunan bi hezaran alîgirên Bûrsasporê gotin 'lê bixin, lê bixin'. Li aliyê din alîgirên êrîşkar, pankartek ji wêneyên Mahmût Yildirim bi navê kod 'Yeşîl' û 'Toros a Spî' hildan ku Yeşîl endamê JÎTEM'ê û toros a spî jî ew wesayit bûn ku di salên 1990'î de bi hezaran Kurd û welatparêz hatin revandin û qetilkirin. Piştî maçê rêveberiya Amedsporê daxuyaniyek da û diyar kir ku li korîdorên odeya guhertina kincan Emîrê Ewlekariya Taybet a Bûrsasporê, personelên kulûbê, wezîfedarên emniyetê êrîşî lîstikvanên wan kirin.

Her wiha par beriya maça bi Aksaraysporê de lîstikvanên Amedsporê dema ji bo xwegermkirinê daketin qadê strana 'Olurum Turkiye-Dimirim ji bo Tirkiyeya min' hate lêxistin. Dayika lîstikvanê Amedsporê Oktay Aydin Fatma Aydin û di maçên cuda de gelek alîgir ji ber ku di dema xwendina sirûda dewleta Tirk de rabûn ser piyan hatin binçavkirin. Cezayên hatin birîn, êrîş, gef nekarî Amedsporê bisekinîne.

GAVEK BER BI ŞAMPIYONIYA BI SALAN LI BENDÊ YE

Di vê sezonê de Amedspor ku di Koma Sor a Lîga 2'yemîn de ye ji 34 maçan 23 maç qezenç kir, di 8 maçan de jî wekhev ma. Du hefte beriya bidawîbûna lîgê xwedî 77 pûanan e. Di deplasmanê de wê bê hemberî Somasporê. Eger Amedspor di vê maçê de bi ser bikeve wê şampiyoniya xwe ya ku 12 sal in bi hesreta wê ye hema bibêje misoger bike.