Xelata Rûmetê ya Nobel a Alternatîf ji Snowden re hat dayîn

Xelata Rûmetê ya Nobel a Alternatîf ji Snowden re hat dayîn

'Xelata Rûmetê ya Right Livelihood' a ji aliyê "Weqfa Jiyana Rast" ve her sal ji parêzvanên mafên mirovan re tê dayîn, îsal ji Edwar Snowden ê karên şopandinê yên Saziya Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê (NSA) bi raya giştî re parve kir û Şef Redaktorê Rojnameya Guardian Alan Rusbridger re hat dayîn.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê 'Weqfa Jiyana Rast' ve hat dayîn de hat gotin, "Ji ber wêrekiya xwe ya mezin, ji ber ku guhdarîkirinên dewletan ên bi mafên mirovan ên bingehîn re di nava nakokiyê de ne, kifş kiriye" Snowden hêjayî xelatê hatiye dîtin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Şefê Guardian Alan Rusbridger ê 'Xelata Rûmetê' bi Snowden re parve kir, serbixwebûna rojnameyê parastiye, di mijarên hawirdoriya global, mafên mirovan û pêşketinê de rojname veguherandiye çavkaniyeke pêbawer. Hat gotin ku Rusbridger tevî hemû zext û gefên dewleta Îngilîz jî belgeyên Snowden jê re şandiye, weşandiye.

Hat ragihandin ku xelata ji 500 hezar kronî, ji aliyê parêzera Pakîstanî Asma Jahangir, berpirsyarê Komîsyona Mafên Mirovan a  Asya ya navenda wê li HongKongê ye Basil Fernando û damezrînerê rêxistina hawirdorê '350.org' Bill McKibben ê DYA'yî ve tê dayîn.