Xebatên piştgirîkirina HDP’ê û Demîrtaş didomin

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi armanca piştgirîkirina HDP’ê û Demîrtaş li bajarên Meschede û Mannheîmê çalakî hatin kirin.

Xebatên HDP’ê yên hilbijartina 24’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Kurdistanê li Ewropayê bê navber didomin.

Di çarçoveya van xebatan de li bajarê Meschede yê Elmanyayê bi tevlîbûna Komîna Jinan a Arjîn û Parlmenterê Mûşê Ahmet Yildirim konferansek hate lidarxistin. Konferansa ku piranî ji jinan pêk dihat, nêzî 200 kes tevlî bûn. Ahmet Yildirim li vir axivî û bûyerên dawî yên têkildarî hilbijartinê nirxand û banga li dijî faşîzmê bikaraîna dengan kir.

MENNHEÎM

Li bajarê Mennheîm ê Elmanyayê jî bi armanda piştgirîkirina HDP’ê û namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş standek hate vekirin. Li standa ku ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ya Mennheîmê ve hate vekirin, belavokên hilbijartinê hatin belavkirin. Aktivîteya ku saet 16:00 destpê kir, heta saet 19:00 dom kir, bi dirûşma “Dengek ji bo HDP’ê, dengek ji bo Demîrtaş” bi dawî bû.