Xaziya Pirsûsê: Divê em hê bêhtir xwedî li Rojava derkevin

Guneş Erzûrûmlûoglû got, 200 sal jî di ser re derbas bibe ew ê dev ji lêgerîna xwe ya li edaletê bernedin û ji bo xwedîderketina li Şoreşa Rojava bang li her kesî kir.

Guneş Erzûrûmlûoglû, ku di komkujiya Pirsûsê de bi giranî birîndar bû û niha tenê dikare bi kursiyê bigere, di salvera duyemîn a komkujiyê de ji ANF'ê re axivî.

'BERSÛCEK NÎNE KU TIF LI RÛYÊ WÎ BIKIM'

Erzûrûmlûoglû nerazîbûn nîşan da, ji ber ku 2 sal di ser komkujiyê re derbas bûne lê hê kujer nehatine eşkerekirin û got, "Heta niha du dadgeh hatin kirin. Lê li her du dadgehan jî bersûcek jî dernexistin pêşiya me ku em tif li rûyê wî bikin. Bi lez û bez dixwestin dozê bigirin. Mîna ku yên li pêş çavên bi sedan leşker û polîsan hatine kuştin ne em in, mîna ku sûcdar em in nêzî me dibûn. Naxwazin ku em li cihê lê hatin kuştin û birîndarkirin bîranînê bikin. Lê belê kujer li gorî kêfa dilê xwe li derve digerin."

'200 SAL JÎ DI SER RE DERBAS BIBIN EM Ê DEV JI LÊGERÎNA XWE YA LI EDALETÊ BERNEDIN'

Erzûrûmlûoglû destnîşan kir, ku helwesta dewletê çawa dibe bila bibe, ew ê ti carî dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin û got, "Em ji bo Pirsûsê, ji bo her kesî daxwaza edaletê dikin. Ev gelekî girîng e. Piştî Komkujiya Pirsûsê gelek komkujî hatin kirin, ji ber vê yekê em dibêjin, heta ku têkildarî Komkujiya Pirsûsê edalet neyê, wê ti carî edalet neyê Tirkiyeyê. Berdêla xwe çi dibe bila bibe, ji roja destpêkê heta roja dawiyê em ê dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin. 2 sal jî di ser re derbas bibin, 20 sal jî derbas bibin, 200 sal jî derbas bibin, lêgerîna me ya li edaletê wê dewam bike."

'DIVÊ EM HÊ BÊHTIR XWEDÎ LI ŞOREŞA ROJAVA DERKEVIN'

Erzûrûmlûoglû diyar kir, yên ku digotin 'Ti nema ye ku Kobanê bikeve' xwe xapandine û wiha dewam kir: "Di salvegera 3. a Şoreşa Rojava de em hatin kuştin. Li Rojava şerekî mezin ê mirovahiyê hebû. Dema ku mirovan mal ji xwe re çêdikirin, me destê xwe yê alîkariyê dirêjî wan kirin. Lê em kuştin. Lê belê ev komkujî ne karîbû li pêşiya me, ne jî li pêşiya destê me yê alîkariyê yê ji bo Rojava bibe asteng. Tevî her tiştî jî Şoreşa Rojava îro di salvegera 5. de bûye hêvî ji bo hemû gelan. Divê mirov êdî rastiyê bibînin û hê bêhtir xwedî li Şoreşa Rojava derkevin. Agir ne tenê cihê lê vêketiye dişewitîne, ev agir wê bi demê re her kesî bişewitîne. Ji ber vê yekê divê her kes rastiyan bibîne, Şoreşa Rojava hê ji nêz ve bibîne, biçe xaka şoreşê û bibe hevparê jiyana mirovên li wê derê. Divê em ji bîr nekin, ku yê winda bike wê her carê ne hinekî din be. Wê rojekê dor were me jî."

Erzûrûmlûoglû ji bo 33 ciwanên di komkujiyê de hatin kuştin diyar kir, ku xewn û xeyalên wan li Rojava di nava şoreşê de dijî.