Xaver tê Tirkiyê, li Ewropayê 10 mirî

Xaver tê Tirkiyê, li Ewropayê 10 mirî

Bahoza Xaver a li Rojhilat û Bakurê Ewropayê xist û di nava du rojan de rê li ber mirina 10 kesan vekir, berê xwe da Tirkiyê. Li Stenbolê ÎDO hin seferên xwe betal kir.

Bahoza Xaver ku piştî Îngilîstan, Holanda, Belçî, Almanya û Skandînavyayê li Polonyayê xist, li vî welatî rê li ber mirina 4 kesan vekir. Li Polonyayê her wiha 400 mal bê elektrîk man. Li gelemperiya Ewropayê jî 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Roja Pêncşemê li Îngilîstanê ajokarekî wesayîteke giran li Skoçyayê di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da, mirovekî astengdar jî li Îngilîstanê di bin dara hilweşiyayî de ma û jiyana xwe ji dest da. Li Danîmarkayê kesekî 70 salî di kamyoneta xwe ya ji ber bahozê qulibî, jiyaan xwe ji dest da. Li peravên Swêdê du deryavanên Fîlîpînî li ber pêlên avê ketin. Hêvî nîne ku cenaze bên dîtin.

Li beşeke mezin a herêmên bakurê Almanya û hin herêmên paytext Berlînê dibistan girtî man. Li Belçîkayê piştî bahoza sala 1953'an ku bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, bahoza Xaver rê li ber fikaran vekir. Lê belê vê carê bend û kîsên ji xîzê karîbûn li hemberî bahoza dijwar li ber xwe bidin. Bi şev ava deryayê bi 6.33 metreyan bilind bû.

Li Holandayê li bajarên Rotterdam û Dordrechtê av rabû. Kargeha rêyên hewayî ya KLM roja Înê 20 seferên xwe betal kir.

Tê payîn bahoza Xaver vê carê li Tirkiyê bide. Li gorî servîsên meteorolojiyê, baran, bef û hewa sar dê ji îro û pê ve bandorê li Tirkiyê bikin. Çav li rêye germahî bi 10 pileyan kêm bibe. Li Stenbolê ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê, ÎDO'yê hin seferên xwe yên derve betal kir.