Wulff: Terorîstên Îslamî û Misilmanan weke hev nebînin
Wulff: Terorîstên Îslamî û Misilmanan weke hev nebînin
Wulff: Terorîstên Îslamî û Misilmanan weke hev nebînin
'Xelata Toleransê' ku her du salan carekê ji aliyê Akademiya Protestan Tutzing a Elmanya ve tê dayîn, vê carê ji Serokkomarê berê yê Elmanya Christian Wulff re hat dayîn. Wulff li ser vê xelatê daxuyaniyek da û ji bo têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê banga diyaloga di navbera olan de kir.
Christian Wulff di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi DAIŞ'ê re ciwanan rêya xwe şaş kirine, hatine xapandin û banga hîn bêtir toleransa di navbera olên cuda de kir. Wulff da zanîn ku li welatên Ewropayê 14 mîlyon Misilman dijîn û bibîr xist ku Îslam duyemîn mezintirîn olê li parzemînê ye.
Christian Wulff ragihand ku ji bo diyaloga navbera olan 'gotinên rast' bên hilbijartin û got, "Ev gotin divê gotinên ku Misilmanan û terorîstên Îslamî weke hev nabînin, wan li derve nahêlin bin."
Christian Wulff di axaftineke xwe ya Cotmeha 2010'an de ku hingî wezîfeya Serokkomariyê dimeşand gotibû, "Îslam ola Elmanyayê ye jî". Li ser îdîaya nelirêtiyê ya dema Serokwezaretiya Eyaleta Saksonya Jêrîn de, Wulff ji wezîfeya Serokkomariyê îstifa kiribû.