WHO: Mirinên ji ber Ebola ji ya hatiye aşkerakirin kêmtir in

WHO: Mirinên ji ber Ebola ji ya hatiye aşkerakirin kêmtir in

Der heqê hejmara mirinên ji ber şewba Ebola ya li Rojavayê Afrîkayê di asteke xetere de ye, agahiyên nakok tên. Rêxistina Tendurtiyê ya Cîhanê (WHO) da xuyakirin, ku di bîlançoya dawî ya roja Şemiyê hat aşkerakirin de, nêzî hezar ji bûyerên mirinê bi 'şaşitî' hatine qeydkirin.

Navenda WHO ya li Cenevre daxuyaniyek da û diyar kir ku di nava bîlançoya roja Şemiyê hat ragihandin de şaşitî hene. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Lîberyayê, hejmara miriyan a weke 4 hezar 181 hat dayîn, di rastiyê de 3 hezar 145 e, bi vî rengî îdîa kir ku hejmara miriyên ji ber şewbê ne 7 hezar, nêzî 6 hezar e.

Li gorî bîlançoya dawî ya WHO, ji 28'ê Mijdarê û pê ve li Lîberyayê 7 hezar 635 nexweş hat tespîtkirin, 3 hezar 145 ji van jiyana xwe ji dest dan, li Sîerra Leone ji 7 hezar 109 nexweşan 1.530 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Gîneyê jî ji 2 hezar 155 nexweşan 1.312 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Dr. Bruce Aylward di konferansa çapemeniyê ya WHO de axivî û anî ziman, ku ji sedî 70 nexweşên li Lîberya û Gîneyê bi vîrûsê ketine hatine tedawîkirin û yên jiyana xwe ji dest dane jî, ji sedî 70 jê bi awayekî ewle hatine veşartin. Aylward diyar kir ku li gelek herêmên Sêrra Leone jî ew gihaştine vê armancê û da xuyakirin, ku bi taybetî li herêma rojava ya welêt rewş nebaş e.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dabû xuyakirin, ku heta 1'ê Çileyê armanca wan ew e ku hemû nexweşên li van her sê welatan tedawî bike û yên jiyana xwe ji dest dane jî, bi awayekî ewle binax bike. NY her wiha xwedî wê armancê ye, ku di nava 6 mehan de bi temamî pêşî li belavbûna ebola bigire.

Li gorî rêveberê WHO Dr. Aylward, leza belavbûna vîrûsa Ebola ya di nava heftyênd awî de, serxistina armancên beriya niha zehmet dike. Yanî di nava hefteyekê de li Sîerra Leone û Lîberya, Gîneyê 1.100 kes bi vîrûsê ketin. Beriya du mehan, hefteyê hezar kes bi vîrûsê diketin.