Wêranşariyan eleqeyek mezin nîşanî HDP’yiyan da

Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê bi xurtî dom dike. Parlemeterên HDP’ê Nîmetûllah Erdogmûş ê li Rihayê ye li navçeya Wêranşarê serdana esnafan kir. Erdogmûş û heyeta li gel bi eleqedariyeke mezin hate pêşwazîkirin.

Parlemeterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nîmetûllah Erdogmûş ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Wêranşar a Rihayê serdana esnafan kir. Erdogmûş ê serdana rêveberên navçe û bajaran kirin, bi eleqedariyeke mezin hate pêşwazîkirin. Esnaf û welatiyan soza ku ‘Dengê me ji bo HDP’ê’ ne dan.

Erdogmûş ê li gel heyeta pêre serdana esnafan kirin, piştre serdana malbatên ku zarokên wan li Rojava şehîd bûne kirin.