Wêneyê talana ekolojîk a 22 salan a desthilatdariya AKP'ê -2

Santralên Enerjiya Jeotermal (JES) ku mînakên wê yên destpêkê di dema desthilatdariyê AKP'ê de hate dîtin, di çarçoveya polîtîkayên rant û talanê de zêde bûn.

QIRKIRINA EKOLOJÎK

Beriya desthilatdariya AKP'ê, karê di bin sîwana MTA'yê de li ser enerjiya jeotermal dihatin kirin, bi giranî di asta keşfa rezervan de bûn. Piştî santrala elektrîkê ya destpêkê ku sala 1975'an li Kizildereyê hate avakirin û bi enerjiya jeotermal dixebitî, avakirina tesîsên nû di dema desthilatdariya AKP'ê de piştî guhertinên qanûnî yên sala 2005'an pêk hat.

JES bi giranî li Herêma Egeyê ne ku xetên erdhejê bi giranî li vê herêmê ne. Santralên Enerjiyê yên Jeotermal dibin sedema wê yekê ku gazên bi jehr ên binê erdê li atmosferê belav bibe û bi rêya hewayê belav bibe. Ji bo zêdekirin kapasîteya van santralan û hilberîna hîn zêde ya enerjiyê, fîrma li ser xetên erdhejê kolandinê dikin û dibin sedema gelek erdhejên çêkirî. Santralên Enerjiya Jeotermal (JES) ku mînakên wê yên destpêkê di dema desthilatdariyê AKP'ê de hate dîtin. JES herî zêde li bajarê Aydinê hene. Adin ku 32 JES lê ne, demeke dirêj li Tirkiyeyê ew bajar bû ku kalîteya xwe ya hewayê herî bilind bû. Li Aydinê ji ber hîdrojensulfur a ji ber JES li hewayê belav dike, nexweşiyên astim û hilmstandinê di nava 10 salên dawî de gelekî zêde bûn.

SANTRALÊN TERMÎK

Li Kurdistan û Tirkiyeyê 54 santralên elektrîkê yên bi sotemeniya komirê hene. Tirkiye di dema desthilatdariya AKP'ê de ji aliyê hejmara santralên termîk ên bi komirê ve piştî Çînê li cîhanê di rêza duyemîn de ye. Santralên Termîk ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bang li hemû welatan dike ku qonax bi qonax wan bigire û ji aliyê belavkirina gaza serayê ve sedema herî mezin e, li gorî pîvanên xwe yên kar neçar dimîne ku hem nêzî çavkaniyên komirê hem jî çavkaniyên avê bin. Ji ber vê jî santralên termîk ên bi komirê, hem ên heyî hem jî yên di asta plankirinê de ne, li herêmên ji rezerva komirê yên mîna Mereşê, Zongûldakê û bajarên bendergehê yên mîna Îskenderûnê ne.

METIRSIYA LI SER EWLEHIYA XUREKÊ

Santralên termîk ên bi komirê çavkaniyên ava vexwarin û avdanê qirêj dikirin û dibin sedem ku li qadên çandiniyê metalên giran ên bi jehr ên weke azot, civa, arsenîk kom bibe. Bi rêya hilberîna çandiniyê ev metalên giran tevlî xurekê dibin û li ser ewlehiya xurekê dibe metirsî. Azot oksît, kukurt dîoksît û madeyên perçik ên bi şewitandina komirê ya van santralan belav dibin, li ser tenduristiya gel metirsiyeke mezin e.

TALANKIRINA CÛDÎ Û GABARÊ

Çiyayên Cûdî û Gabarê ku ji ber şewitandina û valakirina gundan ên salên 1990'î polîtîkaya bêmirovhiştinê herî zêde lê hate meşandin, bi desthilatdariya AKP'ê re bûye qadeke dagirkeriyê ji fîrmayên li petrolê digerin û kanên komirê. Li Şirnexê û navçeyên wê ji sala 2013'an û vir ve fîrma li baskên cuda bi giştî ji bo 517 projeyên madenkariyê serlêdan kirin. Ji van projeyan ji bo 166 projeyan bêyî ku Rapora Nirxandina Bandora li Hawirdorê (ÇED) jê bê xwestin, destûra karkirinê hate dayin. Di navbera Sibata 2021'ê û Îlona 2021'ê de ji sedî 8 ê daristanên li Şirnexê hatin tinekirin. Çêrgehên gundiyan ku bêyî destûra jendermeyan gundî nikarin biçin, bûne qada fîrmayan a ji bo talankirina komir û petrolê.

Serokkomarê Tirk 'mizgîniya' wê yekê da ku rezervên petrolê yên li Gabarê wê bersivê bide yek ji dehan a pêwîstiya petrolê ya salane ya dewleta Tirk. Piştî vê daxuyaniyê kar li herêmê zêde bûn. Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) li herêmê qadeke berfireh a daristanî tine kir, di çarçoveya karên sondajê de li Çiyayê Gabarê ji Gulana 2021'ê û vir ve keşfa petrolê dike. Di bin çavdêriya cerdevanan de bi dehan ton dar hatin birîn. Cûdî jî ji ber kanên komirê qul qulî hatiye kirin.