Girtiyê nexweş piştî 31 salan hat berdan: Ez li pişt têkoşîna xwe me

Girtiyê nexweş Cengîz Eker ê ku piştî 31 salan ji Girtîgeha Şakranê hat berdan got, "Ez ji dema hatim girtin û heta niha li pişt soz û têkoşîna xwe me."

Girtiyê bi navê Cengîz Eker ê 31 salin di girtî bû û di lîsteya girtiyên nexweş ên giran ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû, ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 3 a Şakranê ya Îzmîrê hat berdan. Eker li ber girtîgehê ji aliyê malbat, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û endamên DEM Partiyê ve hat pêşwazîkirin.

Eker diyar kir ku ew ji roja hat girtin û heta niha li pişt soz û têkoşîna xwe ye û got, "Rewşa girtiyên li girtîgehê baş e, moralê wan jî bilind e. Hêvîdar im ku hemû hevalên me demildest bên berdan." 

Eker li ber girtîgehê hat pêşwazîkirin û ber bi bajarê wî Îdirê ve hat birêkirin.

Eker ê ku di sala 1993'an de li gundê Berî yê navenda Îdirê di serdegirtina malan de ji aliyê artêşa Tirk ve bi êşkenceyê hat binçavkirin. Eker bi îdîaya "Xerakirina yekîtî û yekpariya dewletê" ji hêla Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) a Erziromê ve cezayê muebetê lê hat birîn. Eker di 22’yê Îlona 2023’yan de cezayê xwe temam kir. Şandeya Îdareya Girtîgeh û Çavdêriyê ya Girtîgehê salekê berdana wî hat dirêjkirin. 

Eker ê ku 3 damarên wî xitimîne, nexweşiya dil pê re heye, 3 caran anjiyo bû û 3 caran jî stent girêdan. Her wiha nexweşiyên wekî reflu, gastrît, 3 birînên di singê wî de hene û bêhn çikandin bi Eker re çêbûn û li girtîgehê jî emeliyata prostatê bû.