Welatiyên ji Rojava li girtîgehên Tirkiye tên ragirtin

Ji 500 kesî zêdetir welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê li girtîgehên Tirkiyeyê tên ragirin.

Sûcên der mirovî yên dewleta Tirk a dagirker a li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dom dike, dewleta Tirk ji 500 kesî zêdetir welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rehîn girtiye.

Dizî, talan, revandin, destdirêjî-destavêtin û dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bê navber dewam dike. Aqûbeta bi hezaran kesên hatine revandin hê jî nayên zanîn. Ji 500 kesî zêdetir welatiyên Rojavayî di girtîgehên Tirkiyeyê de tên ragirtin; gelek ji wan bi awayekî kêfî cezayê muebetê li wan hatine birîn û neçarî dayîna fîdyeyan dikin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) di Îlona 2020’ê de ragihandibû ku dewleta Tirk û çeteyên wê yên destek dikin li Efrîn û Serêkaniyê sûcên der mirovî yên mîna xespkirin, destdirêjî-destavêtin, dizî, tinekirina mîrasê çandî kiriye.

Li gorî nûçeya Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê, Madeya 51. a Peymana Navneteweyî weltên endam ev cûreyên mûdaxeleyê enceq ‘li qadekî bi qismî’ û ‘demkî’ dikarin bimînin.Yekane madeya ku Tirkiye xwe spartiyê ev e. Lê ev made di warê hiqûqî de ti maf nade Tirkiyeyê li van herêman bisazî bibe.

Gelek rêxistinên mafê mirovan diyar kirin ku hiqûqekî taybet ku ‘hiqûqekî dagrker ku faşîzmê bi sazî dike’ pênase dike tên pêkanîn. Tirkiye ya ku welatiyên herêmê digire û diavêjin girtîgehên Tirkiyeyê parçeyek ji vê hiqûqê ye. Lê li gorî agahiyên çavkaniyan girtinên wiha 500 kesî derbas kiriye. Beşek girîng ên van kesan hatine revandin û radestî Tirkiyeyê hatine kirin; dîsa ji Hatayê bigire heta Mêrdînê li vê xeta sînor revandina kesan dihêle ku ev hejmar baş neyê zelalkirin.

Darezandina van kesan jî ji aliyê 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê ve tê kirin. Ev kes ji madeya 302. tên sûcdarkirin û bi sûdê endamtiya rêxistinê bi zanabûn kuştinê cezayê muebetê lê tên birîn.

JI BO FÎDYE BIGRIN DIREVÎNIN

Parêzer didin diyarkirin ku piraniya van kesan ji aliyê artêşa Tirk ve û çeteyên wê ve bi armanca girtina fîdyeyan direvinin. Dema direvînin dibêjin ku; ‘eger hun 7 hezar lîreyê Tirkiyeyê nedin em ê we radestî Tirkiye bikin’. Ji ber ku piraniya van mirovan nikarin pere bidin, di dawiyê de radestî daraza Tirk tên kirin.