Wekîlên Swîsreyî ji Tirkiyeyê re gotin: Ji Efrînê derkeve

Komek ji siyasetmedarên Swîsreyî li Zurichê daxuyanî dan, dagirkirina Efrînê şermezar kirin û bang li dewleta Tirk kirin ku ji Efrînê derkeve.

Parlamenterên Kantona Zurichê yên ji Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP), Partiya Keskan û Lîsteya Alternatîf, endamên Meclîsa Şaredariya Zurichê daxuyaniyek dan çapemeniyê û nerazîbûn nîşanî dagirkirina Efrînê dan ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Siyasetmedaran bang li hêzên navneteweyî kirin ku li dijî Tirkiyeyê bikevin nava liv û tevgerê.

HESS: JI EFRÎNÊ DERKEVE!

Destpêkê, bi navê Pira Xwişk-Biratiyê ya Zurich-Amedê Maya Hess axivî û Newroz li gelê Kurdistanê pîroz kir. Hess diyar kir, dagirkirina Efrînê ji aliyê dewlet û çeteyên Tirk ne tişteke ku bê qebûlkirin û bang li Swîsreyê kir ku li dijî dewleta Tirk bikeve nava tevgerê. Hess anî ziman, nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li dijî sivîlên li Efrînê binpêkirina hiqûqa însanî ya navneteweyî ye û got, "Divê dewleta Tirk di demeke kin de Efrînê biterikîne."

'EM Ê DAGIRKERIYÊ QEBÛL NEKIN'

Piştre daxuyaniyeke hevpar hate dayin, dagirkirina Efrînê ji aliyê dewlet û çeteyên Tirk ve hate şermezarkirin û bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku li dijî dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk bi binpêkirina qanûnên navneteweyî Efrîn dagir kiriye" û hate destnîşankirin ku weke siyasetmedarên Swîsreyî ew ê vê dagirkeriyê ti carî qebûl nkin û li dijî vê têbikoşin.

Di dewama daxuyaniyê de bang li hikumeta Swîsreyê jî hate kirin ku bes çekan bifiroşe dewleta Tirk û alîkariya însanî bigihîne sivîlên li Efrînê. Herî dawî hate gotin, divê piştevaniya bi gelê Kurd re bê xurtkirin.

'BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ'

Ji parlamenterên Kantona Zurichê Andreas Kirschen, ji Partiya Keskan Muammer Kurtulmuş û ji SP'ê Gabriella Rotenfluh piştî daxuyaniyê axivîn, dagirkirina Efrînê bi zimanekî tund şermezar kirin û ji hêzên navneteweyî xwestin ku ji bo Efrînê bikevin nava liv û tevgerê.