Wekîlê Kurd li parlamenta Îranê li ber dagirkeriya Tirkan rabû
Parlamenterê Bokanê Osmanî di rûniştina duh a parlamenta Îranê de axivî û bi zimanekî tund nerazîbûn nîşanî êrîşa dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê da.
Parlamenterê Bokanê Osmanî di rûniştina duh a parlamenta Îranê de axivî û bi zimanekî tund nerazîbûn nîşanî êrîşa dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê da.
Parlamenterê Bokanê yê wîlayeta Ûrmiyê Mihemed Qesîm Osmanî di rûniştina duh a parlamenta Îranê de axivî û bi zimanekî tund nerazîbûn nîşanî êrîşa dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê da.
Mihemed Qesîm Osmanî diyar kir, tiştên ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan dike kiryarên Saddam Huseyîn û DAÎŞ'ê tîne bîra mirovan û ji bo Erdogan got, 'DAÎŞ'iyê ku kravat xistiye stuyê xwe'. Mihemed Qesîm Osmanî wiha dewam kir, "Axaftinên dawî yên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û zimandirêjiya li Kurdan dike, axaftin û kiryarên Saddam Huseyîn tîne bîra mirovan. Gotinên Erdogan cînayetên DAÎŞ'ê tîne bîra mirovan. Ya rast, Recep Erdogan DAÎŞ'iyê bi kravat e."
Parlamenterê Kurd ji Erdogan re got, "Gelê Kurd gelekî yên mîna te dît" û di dawiya axaftina xwe de got, "Rejîma Erdogan a faşîst û dîktator bi hêrseke mezin êrîşî Kurdên li Sûriyeyê dike. Ya ku li wir dike ne kêmî yên Saddam û DAÎŞ'ê ye. Erdogan dibêje ku wê Kurdan bieciqîne, tine bike. Ey Erdogan, dema ku mirov li temamiya dîrokê dinerin, dibînin ku kesî nekariye Kurdan tine bike. Gelê Kurd yên mîna te gelekî dît. Yên ji te mezintir jî hebûn, lê ji wan nehat ku Kurdan tine bikin. Lê belê w bi xwe tine bûn."