Wêjevan ji bo Kobanê dicivin

Wêjevan ji bo Kobanê dicivin

Wêjevanên Tirkiyeyî jî destek dan berxwedana Kobanê. Wêjevanên ku wê sibê li Restorana Cezayîrê saet di navbera 12:00-14:00 de civîna çapemeniyê lidar bixin gotin, "Ji bo tevkariyê li berxwedana gelê Kobanê bikin û daxwazên xwe yên ji dewletê û gelên Tirkiyeyê bînin ziman, emê ji bo Kobanê 'hevokekê saz bikin."

Di banga ji bo beşdariya li civîna çapemeniyê de ku wê ji aliyê Mûrathan Mûngan ve bê kirin, hat gotin, "Em ji bo Kobanê dicivin". Wêjevanan dan xuyakirin ku ti hevokên wan heta niha saz kirine bi qasî vê jiyanî nîne û ev daxuyanî parve kirin.

"Ji bo pêşîgirtina li komkujiyeke gengaz a li Kobanê, Kurdbûyîn ne şert e. Ne pêwîste mirov Suryanî, Ermenî, Êzidî yan jî Ereb bin. Mûsil, Hûmûs, Keseb, Şengal û Kobanê, dostên dostê me ne, xizmên hevalên me ne. Ji bo jiyanê, ji bo mirovahiyê, ji bo çandên kevnare nebe temaşevanê qirkirinê!

KORÎDORÊ VEKE

Ji her kêliya em dudil in bêhna mirinê tê, gel ji xaka xwe dibin, jin rastî destavêtinê tên, zarok heta hetayê zarok dimînin. Ji bo jiyanê, ji bo mirovahiyê, ji bo çandên kevnare nebe temaşevanê qirkirinê!

KORÎDORÊ VEKE TIRKIYE

Ji bo Kobanê cîhan rabû ser piyan. Berxwedanê neeciqîne, dostaniyê biçûk nebîne, pêşî li nebaşiyê veneke. Hemû jiyan pîroz in, aştî mafê me hemûyane. Bi destnîşankirina nîjad, ol, ziman û cihêrengiya zayendan re, civakê birîndar neke. Ji bo jiyanê, ji bo mirovahiyê, ji bo çandên kevnare nebe temaşevanê qirkirinê!

KORÎDORÊ VEKE

Li cihê herî nêzî me, li pêş çavan eger qirkirin bibe, wê dar jî pelên xwe biweşînin. Ezman wê ji me fedî bike. Eger xwîn ji Mezopotamya me bê, ji niha û pê ve em ê nikaribin xwe li xakê bigirin. Ji bo jiyanê, ji bo mirovahiyê, ji bo çandên kevnare nebe temaşevanê qirkirinê!

KORÎDORÊ VEKE TIRKIYE

Li şûna rizgarkirina jiyên, tevlî hovîtiyê nebe. Bila dewlet, rûmeta me ya mirovahiyê ji me nedize. Ji bo jiyanê, ji bo mirovahiyê, ji bo çandên kevnare nebe temaşevanê qirkirinê!"