‘Wê hêrsa me bi dawî nebe’

‘Wê hêrsa me bi dawî nebe’

Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Huseyîn Toraman ê di 27’ê Cotmeha 1991’an de li mala xwe ya Kocamustafapaşayê hat girtin û piştre hat windakirin pirsîn. Xwîşka Toraman Sakîne Toraman bal kişand li ser dosyayên windayan ên tê xwestin demborî bibin û wiha got: “Êşa me, hêrsa me bi dawî nabe. Li hêrsa me dem nabore.”

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin û cara 499’emîn li ber Lîseya Galatasarayê hatin ba hev. Dayikên Şemiyê pankarta “Kiryar diyar in, winda li ku ne?” vekirin û wêneyên xizmên xwe û qurnefîl hilgirtin. Di çalakiyê de nameya Murat Yildiz ê di 23’ê Sibata 1995’an de hate windakirin ji dayika xwe Hanîfe Yildiz re nivîsandiye hate xwendin. Piştre birayê Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an de hate windakirin Alî Ocak axivî. Ocak got ku Dogan Gureş ê ku navê wî bi kuştinên kiryar nediyar, valakiran gundan û bi îşkencekirina deh hezaran kesan tê bibîranîn bêyî ku bê darizandin mir û mîsyona AKP’ê ya 12 salan jî paqij nîşandana kiryaran e û ev careke din bûne şahidê vê yekê.

Piştre Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu axivî wêneyê dayika Ethem Sarisuluk ê di çalakiyên Geziyê re ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin. Sayfî Sarisuluk bi hinceta heqaret li bersûc Ahmet Şahbaz kiriye, li dadgehê hatiye kişandin bibîr xist û got ku ev şerm têra hemû kesan dike. Tanrikulu anî ziman ku wan nekarîne Qada Şêmiyê bikin wijdanê raya giştî ya Tirkiyeyê nirxandina “Dê yên ku ev komkujî kirine dê rojeke hesabê bidin dayikên li vir rûdinên” kir.

Piştre xwîşka Huseyîn Toraman ê di 27’ê Cotmeha 1991’an de li mala xwe ya Kocamustafapaşayê hate binçavkirin û piştre hate windakirin Sakîne Toraman axivî û got ku li ser windakirina birayê wê de 23 sal derbas bûne û wiha axivî: “Ev 23 sal in birayê min j ime dizîn. 23 sal in cotmeh j ime re bi êş tê, tarî tê. Em dizanin kiryarê esasî dewlet e. Ev dewlet sûcê xwe bi destên xwe ve paqij dike. Lê hêrsa me êşa me bi dawî nabe. Li ser hêrsa me dem nabore. Heta kujer dernekevin pêşbarî darazê em ê bi we re aştiyê pêk neynin.” Toraman bal kişand li ser gotinên Seyît Riza yên dema çûye ber sêdarê ya “min bi derewên we nekarî, ev ji bom in bû derd lê min j îli ber we serî netewand ev jî bila ji bo we bibe derd” û ev tişt anî ziman: “Em ê j îli vir rûnên û rehetaya we xira bikin, hîmê we bihejînin.”

Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Duriye Sezgîn ve hate xwendin. Sezgîn bilev kir ku Toraman di 27’ê cotmeha 1991’an de ji bo nan bikire ji mala xwe derketiye û li ber çavên cîran û esnafan ji aliyê kesên di destên wan de bêtêl hene bi wesayîta plaqaya 34 ATZ 56 ve hatiye revandin û polîsên ku hatine cihê bûyerê piştî ku fêm kirine yên revandine jî polîs in mudaxale nekirine. Sezgîn destînşan kir ku qeydên dengên polîsên ku hatine cihê bûyerê û gotine yên revandine polîs in ji Wezîrê Karên Hundir yê wê demê Îsmet Sezgîn re haiya şendan, ligel delîl û şahidan jî binçavkirina Toraman heta îro hatiye înkarkirin.

Sezgîn bilêv kir ku kiryarên Toraman ev 23 sal in tên parastin û Mehmet Agar ê ku wê demê di serê Emniyeta Stenbolê bû, hikûmeta 49’emîn a serokatiya Suleyman Demîrel hatibû avakirin û Lijniya Ewlehiya Neteweyî ya serokatiya wê General Fîkrî Nezîhî Çakir dikir ji windakirina Toraman berpirsyar in.