Wan xwe ji Newrozê re amade dike

Li Wanê amadekariyên ji bo pîrozbahiya Newroza mezin a di 21’ê Adarê de tê kirin.

Xebatên ji bo pîrozbahiyên Newroza Wanê ya 21’ê Adarê ya li qada Newrozê didomin. Di çarçoveya xebatan de bi deh hezaran belavok hate belavkirin, li hemû navçeyan civînên gel û esnafan tê kirin. Tê payîn ku bi sed hezaran kes beşdarî pîrozbahiya li bajêr bibe.

KAVAL: WÊ BI GIRSEYÎ WERE PÎROZKIRIN

Têkildarî mijarê Berdevkê Komîteya Amadekar Bayram Kavan agahî da û diyar kir ku xebatên pîrozbahiyê li gund, tax û gelek navendan didome. Kaval got ku amadekariyên ji bo pîrozbahiya girseyî tê kirin û wiha got; “Me komîsyonên xwe ava kirine ku li hemû taxan mal bi mal bigerin û gel vexwînin pîrozbahiyê.” Kaval banga tevlîbûnê li tevayî gelê Wanê kir. Kaval got ku wê Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Danış Beştaş, Parlamenterê Stenbolê yê HDP’yî Garo Paylan tevlî pîrozbahiyê bibe û komên gelêrî yên muzîkê û Grup Munzur jî wê derkevin ser dikê.

AKDAĞ: EM Ê AZADIYÊ LI WANÊ BIQÎRIN

Endama Komîteya Amadekar  û Rêvebera HDP’ê ya bajarê Wanê Nesİbe Akdağ jî diyar kir ku wê li Wanê pîrozbahiya herî bi heybet a salên dawî li dar bixin û wiha got; “Gelê Wanê di rabirdûyê de bi bedelên mezin pîrozbahiyên Newrozê li dar xist. Îro jî bi beşdarbûna bi heybet a pîrozbahiya Newrozê wê qîrîna azadiyê ji cihê ku roj lê tê ava ji hemû Tirkiye û cîhanê re bibêje.”

GÜLER: XWEDÎ GIRÎNGIYEKE MEZIN E

Rêveberê HDP’ê yê Wanê Ahmet Güler jî ev tişt got; “Îsal li Wanê em ê pîrozbahiya bi heybet a salên dawî li dar bixin. Hemû xebat û hewldanên me ji bo vê ne. Newroz ji bo gelê Wanê girîngiyeke mezin e. Li qada Newrozê ji bo gelê me hemû tişt amade ye. Em ê yek bi yek bi gelê xwe re bicivin û vexwînin Newrozê. Wê gelê Wanê bi sed hezaran berê xwe bidin qada Newrozê.”