Walîtiyê ji bo dibistana Kurdî xwest kêmasî ji holê rabin

Walîtiyê ji bo dibistana Kurdî xwest kêmasî ji holê rabin

Li Amedê ji bo Dibistana Ferzad Kemanger  ku bi biryara Walîtiyê hat mohrkirin, serî li walîtî û Midûriyeta perwedehiyê hat xistin û piştî vê mufetîş hatin dibistanê. Di lêkolîna hate kirin de hat gotin ku ji bo dibistan dest bi dersan bikin divê şert û mercên fizîkî yên li dibistanên taybet hene bên cihanîn û mufredat bê sererastkirin.

Ji bo Dibistana Ferzad Kemanger ku li Amedê sê caran ji aliyê walîtiyê ve hate mohrkirin,  Kurdî-Derê serlêdan kirin û mufetîşên Midûriyeta Perwerdehiyê ji bo lêkolînê bikin çûn dibistanê. Di lêkolîna hate kirin de hat gotin ku ji bo dest bi perwerdehiyê bê kirin divê şert û mercên fizîkî yên dibistanê bên cih anîn.

Serokê Kurdî-Derê Sebahattîn Gultekîn diyar kir ku ji bersiva ku walîtiyê hatiye rewşeke neyînî ne mijara gotinê ye û got di nivîsê de tê gotin ku kêmasiyên der barê dibistanê de bên çareserkirin û her wiha mufredat jî bê sererastkirin.

Gultekîn got ku tevî astengiyên qanûnî hene jî perwerde didome.

Gultekîn anî ziman ku bi armanca balê bikişînin ser pirsgirêka zimanê dayikê, Kurdan ev dibistan vekirine û bi hatine cem hev a çend komeleyan perwerde nayê kirin.