Vekirina buroyên HDP'ê bûne mîtîng
Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê li gelek bajar û navçeyan tevlî vekirina buroyan bûn. Vekirina buroyan veguherîn mîtîngan.
Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê li gelek bajar û navçeyan tevlî vekirina buroyan bûn. Vekirina buroyan veguherîn mîtîngan.
Xebatên hilbijartinê yên HDP'ê li gelek deveran heta bi derengiya şevê dom kir. Li Rihayê û Mêrsînê vekirina buroyên hilbijartinê yên veguherîn mîtîngan. Li Antalya, Hatay û Edeneyê jî namzetên HDP'ê li nav esnaf û gel geriyan û belavok belav kirin.
RIHA
Li Rihayê, li taxa Topdagê ya navçeya Eyyûbiyeyê buro hate vekirin. Dema vekirina buroyê rêveberên HDP'ê, namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê Ayşe Surucu, Nîmetûllah Erdogmuş, Nusrettîn Maçîn, Şerîf Bendaş, Ismaîl Tellî û Ismaîl Kaplan hazir bûn. Jinan bi kincên xwe dîmenên rengîn çêkirin, ciwanên hazir jî bi ala û nîşana serketinê wesayitên ku diçûn slav kirin. Ajokarên ku govenda bi coş û alaya HDP'ê dîtin nişana serketinê kirin û destek dan. Dema vekirina buroyê namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê hatin naskirin.
Namzeta parlamenteriyê Ayşe Surucu li vir axivî û got, berxwedaniyeke mezin hatiye nîşandan. Surucu wiha domand, "Em ji bo zimanê xwe li ber xwe didin. Em ê heta dawiyê li pey vî zimanî bin. Em ê mafê mirovan biparêzin. Em ê daxwazên gelê xwe bi cih bînin. Daxwaza me ya sereke aştiyeke birûmet e. Em ê ji bo aştiyeke birûmet têbikoşin."
MERSÎN
Li Mersînê li taxa Kurdalî ya navçeya Toroslarê û li taxa Akkentê ya navçeya Yenîşehîrê buroyên hilbijartinê hatin vekirin. Li navçeya Torosan namzetên HDP'ê Atîllay Guney, Reşat Aşan hazir bûn, li ya Yenîşehîrê jî Fatma Kurtulan û Ibrahîm Uzen.
Li Toroslarê dema vekirina buroyê xwarina fitarê jî hate xwarin, namzetên HDP'ê her yekê axaftineke kurt kirin û bal kişandin ser ewlehiya sendoqan.
EDENE
Li Edene, li taxa Yurtê ya navçeya Çukurovayê û li taxa Dedekorkut a navçeya Yuregîrê namzetan serî dane esnafan, çûne bazarê û cem gel. Li navçeya Seyhanê li taxa Barbarosêj î buroya hilbijartinê bi tevlêbûna namzetên HDP'ê Sever Uzun û Kemal Pekoz pêk hat. Uzun got tenê bi rêxistiniya gel ew dikarin ji AKP'ê xilas bibin.
Piştre Pekoz jî got AKP bi qeyûman dest li ser vîna gel daniye.
Li taxa Firatê ya Seyhanê jî büro hate vekirin. Li vir gel bi saetan govend girêda.
ANTALYA
Li Antalyayê jî bi tevlêbûna namzetên HDP'ê Kemal Bulbul, Hulya Hasbay, Gulsuzm Guzel, Nîgar Duru û Denîz Yildirim, li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Kumlucayê xwarina fitarê hate xwarin. Piştî fitarê Hevseroka HDP'ê ya Antalyayê Songul Şarkli bang li jinan kir ku bi çalakî tevlî nav xebatên hilbijartinê bibin. Namzet Denîz Yildirim jî got jin wê bi têkoşînê bi ser bikevin û got, "Her kes rojekê wê bibe HDP'yî, em di rêyeke rast de ne."
HATAY
Li Skenderûnê ya Hatayê jî HDP'yiyan li navenda bajêr belavok belav kirin û ji bo 24'ê Hezîranê deng xwestin.
Li navenda Hatayê jî bi tevlêbûna namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê Bariş Atay, Kerem Nalbant, Hulya Kavuk û Mîthat Mîroglu ji bo kesên ku dema Berxwedana Geziyê hatibûn kuştin bernameyeke bîranînê hate çêkirin.