Vaye manîfestoya hilbijartinê ya Demîrtaş

Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş manîfestoya xwe ya hilbijartinê eşkere kir. Demîrtaş destnîşan kir ku wê weke Serokkomar dawî li sîstema şexsekî bîne.

Manîfestoya hilbijartinê ya Demîrtaş ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hate eşkerekirin. Di manîfestoyê de hate gotin, "Em ne tengê yekperestiyê ne, em dengê pirrengiyê ne."

Demîrtaş diyar kir ku wê nebe Serokkomarekî ku di erka xwe de zêdegaviyê dike û got, wê planeke lezgîn a derbasbûna nava demokrasiyê bixe meriyetê.

EZ TÊM JI BO DAWÎ LI SÎSTEMA ŞEXSEKÎ BÎNIM

Manîfestoya hilbijartinê ya Demîrtaş wiha ye:

Weke Serokkomarekî, ez têm ji bo dawî li sîstema şexsekî bînim.

Ez ê bi gelek erkan bibim Serokkomar, lê di dawiya dema xwe de ez ê çakêtê xwe xatir bixwazim.

Ji bo afirandina welatekî xweşbîn ku civak li hemberî hev ranabe û mirov pişta xwe nadin hev û naçin, ez soz didim. Fikir û baweriya xwe çi dibe bila bibe, em ê welatekî ku her kes dikare bi rengekî azad bijî bi hev re biafirînin.

Em ê dawî li siyaseta hemasetê bînin.

Em ê sîstemeke rêveberiyê ava bikin ku bi tevlîbûna hemû beşên civakê hatiye xurtkirin.

Em ê siyasetê nekin amûreke mezinbûnê ya bi bîatê. Em ê wê bikin amûreke xizmeta gel a hêja.

EM Ê BI TE BIGUHERÎNIN!

Em ne dengê yekperestiyê ne, em dengê pirrengiyê ne!

Li dijî rejîma ku her kesên ne ji xwe sûcdar dibîne û tenê dibêje EZ, em ê jî bêjin EM hene.

Ji bo qedandina hilweşîna 16 salan, em li qonaxa dawî ne. Ji bo destpêkên nû em ê dest bidin hev û rejîma yekperest, zordar, dizek, alîgirtinê, qeyûm û rejîma şexsekî ya şerker, em ê bi TE biguherînin.

Ya/ê ku hildiberîne TU ye,

Ya/ê ku bi rê ve bibe jî divê TU be!

EZ Ê BIBIM SEROKKOMAREKÎ KU ERKÊN XWE PARVE DIKE

Hemû mekanîzmayên demokratîk ku bi danhevî û têkoşîna salan bi dest hatin xistin, bi carekê ve hatin tevizandin. Saziyên ku karê wan xizmeta ji bo gel e, xistin bin xizmeta qesrê. Rêxistinên girseyî yên demokratîk ku yek ji adresên girîng ên ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî ne, hatin girtin. Bi alîgirî, torpîl û nelirêtiyê siyaset hate dejenerekirin, welatîbûna wekhev li derveyî îmkanan hate hiştin. Kesên mîna wan nafikirin, mîna wan kincan li xwe nakin, mîna wan najîn kirin xayin û sûcdar. Sîstema şexsekî zext û zordarî li hemû nirx û cihêrengiya ku civakê dike civak kir û bi vî rengî civak xiste nava yekperestiyê.

Sîstemeke Serokkomariyê heye ku paşeroja civakê radestî şexsekî bi tenê hatiye kirin û hemû xistine destê wî. Dema ku hatim hilbijartin, ez ê erkên xwe beriyar her tiştî ji bo bêerkkirina xwe û demokratîkkirina saziyan bi kar bînim. Her ku erkên Serokkomariyê hatin parvekirin wê sîstem demokratîk bibe. Wê bibe sedem ku birînên civakî tavilê bên pêçandin û mekanîzmayên pirreng ên sîstema rêveberiyê bên afirandin.

Di desteya Serokkomariyê de wê nûnerên ku tevahiya civakê temsîl dikin cih bigirin. Li gorî nêrîna hemû partiyên siyasî yên li hundir û derveyî parlamentê, li gorî pêşniyar û nêrîna civaka sivîl, ez ê alîkarên Serokkomar ji temsîliyetên cuda diyar bikim.

Di siyaset, burokrasî, dadgerî, civak û têkoşîna demokratîk de em ê dest bi pêvajoyeke ASAYÎBÛNÊ bikin. Ev pêvajoya asayîbûnê, ji bo telafîkirina xisarên ku desthilatdariya heyî daye û ji bo zindîkirina bîr û baweriya aştiyê ya civakê wê bibe yek ji gavên destpêkê.

Ji bo pêçandina birînên civakî;

- Em ê Rewşa Awarte derhal rakin.

- Em ê xisarên ji ber Rewşa Awarte û biryarnameyan rû dane, telafî bikin. Em ê bikin ku kesên bi neheqî ji kar hatine avêtin li karê xwe vegerin.

- Em ê dawî li zilma li girtî û hikumxwaran bînin. Ji bo çareserkirina mexdûriyetiyên wan em ê tavilê guhertinan bikin. Bêyî cihêkariyê bikin em ê bikin ku hemû girtiyên nexweş tavilê bên berdan.

- Em ê dawî li pêkanîna qeyûm bînin ku îrade û mafê hilbijartinê yê gel desteser dike û hevşaredarên ji wezîfeyê hatine girtin tavilê wezîfeya wan radestî wan bikin. Em ê bikin ku xizmetên ji bo beşên cuda yên civakê ji nû ve bên dayin.

- Xisara li saziyên demokratîk û rabûna baweriya bi hiqûqê kir ku baweriya bi aboriya Tirkiyeyê biheje. Ji ber ku biryarên siyasî û aborî li gorî paşeroja Qesrê tên dayin, Tirkiye bûye welatekî ku pêşiya wê nayê dîtin. Aborî tenik bûye ku dikare bişikê. Bi ewlekirina demokrasiyê re em ê aboriyê aram bikin. Bi nêzîkatiyeke aboriyê ya ku bersivê dide pêdiviyên civakê, em ê kontrola li ser têkiliyên aboriya hilberîneran zêde bikin.

- Qesra ku ji bo şexsekî hatiye avakirin wê bê valakirin û em ê ji gel bipirsin bê dixwaze Qesr ji bo çi were bikaranîn. Em ê dawî li feraseta îsrafê ya burokrasî û rêveberiyê bînin. Em ê îtibara xwe bi zelalî û rêveberiya xizmeta ji bo gel pêk bînin, ne bi îsrafê. Em ê dawî li feraseta Serokkomarekî ku bi artêşek ji parêzvanan digere, ji gel û rexneyan dûr e, bînin.

- Em ê polîtîkaya derve li ser bingeha çareseriya pirsgirêkan bi rê û rêbazên diyalog û aştiyane bimeşînin. Bi feraseteke ku dijminan çênake, lê dostan ji xwe re çêdike, em ê hemû gefan ji holê rakin.

- Em ê rêxistinbûna Desteya Dozger û Dadgeran biguherînin. Em ê Wezîrê Edaletê ji HSK derxînin. Em ê Desteyê bikin xweser û zexta siyasî ya li ser dadger û dozgeran rakin. Dadgerî wê ji bin fermana siyasetê rizgar bibe û bi Nêzîkatiyek wekhev û adil karê xwe bike.

- Em ê YOK'ê rakin û xweseriya rêveberiya zanistî, rêveberî û akademîk a zanîngehan ewle bikin. Em ê bikin ku rektor ne ji aliyê Serokkomar ve, lê ji aliyê pêkhateyên zanîngehan bi xwe ve bên hilbijartin.

- Ji bo saziyên ji dema darbeyê mane yên mîna Desteya Ewlekariya Milî û Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê, em ê bixebitin.

EM Ê BERNAMEYA LEZGÎN A DERBASBÛNA NAVA DEMOKRASIYÊ BIXIN MERIYETÊ

Em ê ji cihêtiya hêzan tawîzê nedin ku bi feraseta mafên mirovan û hiqûqa gerdûnî hatiye ewlekirin. Em ê erkên qanûndanîn û dadgeriyê tavilê ji bin zexta rêveberiyê derxînin.

Sîstema dadgeriyê wê ne bi fermanê, lê bi edaletê biryarê bide. Em ê sîstemek adîl, serbixwe, bê alî, bi lez û wekhev a jib o her kesî ku ne yên xwedî hêz, lê mafdaran diparêze, ava bikin.

Sîstema parlamenteriyê ya tevgirî, wê ne temînata şexsekî be, lê bibe temînata rêveberiya ME hemûyan. Erkên mîna qanûndanîn, kontrolkirin û amadekirina budçeyê ku li ber destê Serokkomariyê hatine komkirin, bi Bernameya Lezgîn a Derbasbûna nava Demokrasiyê re em ê di demeke kin de radestî parlamentê bikin. Em ê sîstemek parlamenteriyê ya pirreng û xurt ava bikin. Em ê Platformên Mutabaqata Civakî biafirînin ku di serî de jin û ciwan wê hemû beşên civakê, saziyên civakî yên sivîl karibin bi rêya wê nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêşî parlamentê bikin.

Em ê di nava du salan de pêvajoya çêkirina Destûra Bingehîn biqedînin ku ev destûr wê xwe bispêre laîtiya azadîparêz, pirreng, cihêtiya hêzan, pir zimanî, pir bawerî û welatîbûna wekhev. Destûra Bingehîn wê navendîparêz nebe. Wê li ser bingeha rêveberiya xwecih û demokrasiya herêmî bê avakirin.

ÇARESERKIRINA HEMÛ PIRSGIRÊKÊN CIVAKÎ WÊ KARÊ ME YÊ DESTPÊKÊ BE

Ciwan wê biguherînin!

Em ê BI HEV RE welatekî ava bikin ku ciwan karibin bi her awayî nêrînên xwe bi rengekî azad bînin ziman û ji bo paşeroja xwe berê xwe nedin derveyî welat, lê li ser erdê xwe yê berhemdar bimînin. Em ê bikin ku ciwan bi hêvî û bawerî li paşerojê binerin.

- Li şûna ku bêjin, herî baş EZ dikarim pirsgirêkên ciwanan çareser bikim, EM'ê bi hev re mekanîzmayan biafirînin ku ciwan bi xwe bi rengekî çalak karibin tevlî bibin û karibin biryarên derbarê xwe de bigirin.

- Jib o sed hezaran bêkarên bi dîploma û ciwanên bê hêvî em ê derfetên kar biafirînin.

- Em ê Karta Ciwan bidin her ciwanê/î ku mehane ji 500 TL pêk tê.

- Bi bîr û baweriya 'xwegihandina înternetê maf e' em ê bikin ku civak tev bi rengekî bê sansur û bê pere karibe înternetê bi rengekî azad bi kar bîne.

Jin wê biguherînin!

Ji bo guhertina zîhniyeta serdestiya mêr em ê dest bi seferberiya civakî bikin. Di çareserkirina hemû pirsgirêkên civakî de fikir û nêrînên jinan wê diyarker bin. Em ê bi ti awayî destûrê nedin ku êrîş li nirx û rêbaza jiyanê ya jinan û li bedena jinan bê kirin.

- Em ê sîstemeke rêveberiyê ku xwe dispêre tevlîbûna wekhev a jinan ava bikin.

- Em ê sîstema hevserokatiyê ku temsîliyeta wekhev a jinan ewle dike, qanûnî bikin ku li her qedemeyên partiyên siyasî hebe.

- Ji bo keda nava malê, xwedîkirina zarok, extiyar û nexweşan hevpar be, em ê polîtîkayan hilberînin. Lênêrîna bi pere ya jî bê pere, ji bo nebe karê jinan, em ê ji bo nexweş û extiyaran malên lênêrînê vekin.

- Di dozên kuştina jinan de, li dijî kêmkirina cezayê mêran ji ber sedemên 'rewşa baş' û 'tehrîkkirinê' em ê bikin ku cezayên adîl ku rê li ber rûdana cezayên bi heman rengî bigire, bê dayin.

- Ji bo jinên hem li malê hem jî li kar dixebitin, em ê bikin ku zû teqawît bibin.

Ji bo zarokan wê biguhere!

Em ê mafên zarokan ku yek ji sê parên nifûsa Tirkiyeyê ye biparêzin. Zarok paşeroja me hemûyan e. Em ê bikin ku her zarok bi kêfxweşî, bi rûmet û aştiyane bijîn.

- Em ê bi feraseteke welê bixebitin, ku dema nenûka zarokekî biêşe em ê xwe berpirsyar bibînin.

- Em ê sîstemeke perwerdeyê ya bimeşînin ku li pêşvebirina zarok tê, li gorî zimanê dayikê, mafên mirovan û zanistiyê ye.

- Wê zarok neçar nemînin ku li derve bijîn.

- Şîdeta zayendî ya li dijî zarok, ne pirsgirêkeke ku tenê bi cezakirina kiryar bê çareserkirin. Em ê polîtîkayên ku pêşî li îstîsmarkirina zarokan digirin biafirînin. Em ê wekheviya zayendî xurt bikin û pêşî li îstîsmara zayendî bigirin.

- Em ê bikin ku girtîgehên zarokan bên girtin.

- Ji bo pirsgirêka karkeriya zarokan bê çareserkirin, em ê li qadên perwerde û kedê guhertinan bikin.

Em ê astengiyan bi hev re ji holê rakin!

Xizmetên cemaweriyê yên ji bo astengdaran tên pêşkêşkirin, em ê li gorî cihêrengiya komên astengdaran pêşkêş bikin.

- Ji bo welatiyên me yên astengdar, em ê Wezareta Rakirina Astengiyan ava bikin.

- Ji bo mehane lênihêrîna li welatiyên astengdar û extiyar bê dayin, em ê şertê hatineyê ferz nekin û desteka ji bo lênihêrîna li malê zêde bikin.

- Em ê bikin ku otobus, tren û wesayitên din ên girseyî li gorî bikaranîna astengdaran bên sererastkirin û çûn û hatinê jî ji bo astengdaran bê pere bikin.

- Em ê ewlekariya civakî bidin hemû welatiyên astengdar.

- Em ê li qada taybet û cemaweriyê, kotayên îstîhdamê yên astengdaran dagirin.

EM'ê pirsgirêka Kurd çareser bikin

Çareseriya pirsgirêka Kurd bi îradeya jiyana hevpar a gelên qedîm dibe. Yekane rêya aramî, ewlehî û hizûra gelên Tirkiyeyê, aştiya mayinde ya di pirsgirêka Kurd de ye. Çareseriya pirsgirêka Kurd çareseriya pirsgirêkên li ser demokrasiyê ne.

- Em ê bikin ku pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane bê çareserkirin, çiya û girtîgeh vala bibin û dayik bes bigirîn.

- Em ê pirsgirêka Kurd ji nava şîdetê derxînin û şîdet û şer jî bi aştiyeke bi rûmet biqedînin.

- Civakên ku hesabê rabirdûya xwe nedane nikarin serdema heyî fêhm bikin û paşeroja xwe ava bikin. Yek ji şertên jiyaneke aştiyane, rûbirûbûna rabirdû ye û lêgerîna li heqîqetê ye. Ji bo dewlet ji gelên ku di demên cuda de qir kiriye û komkujî li wan kiriye lêborînê bixwaze, em ê bixebitin.

- Em ê zimanên cuda yên welatê xwe ne weke tehdîtekê, lê weke dewlemendiyekê bibînin. Ji perwerdeyê heta tenduristiyê, ji ragihandinê heta agahîwergirtinê, em ê bi rengekî destûrî ewle bikin ku her kes karibin bi zimanê xwe yê dayikê xizmetê bibîne.

Em ê bi rengekî wekhev nêzî hemû bawerî, rêbaza jiyanê, nêrînên siyasî û felsefî bibin.

Em ê zextên li ser hemû nasnameyên bindestan, bawerî, çand û zayendan rakin.

- Ji bo astengiyê li pêşiya jiyana azad a hemû bawerî, çand û kesan bê rakirin, em ê bi rengê demokrasiya pirreng tevbigerin.

- Di serî de malên cem, hemû cih û warên Elewiyan wê weke 'îbadetxane' bên naskirin û bi rengekî cemawerî werin ewlekirin.

Bi Bernameya Belavkirina Mafdar (HDP) re em ê aramiyê xurt bikin

Em ê nehêlin ku barê krîza aboriyê bikeve ser pişta gel.

Ji bo karkerên ku keda wa tê xwarin, bêkarên bê hêvî, cotkarên ku heqê keda xwe negirtine, esnafên ku sifteh nekirine û teqawîtên ku bi zorê xwe digihînin dawiya mehê, em ê bikin ku bibin xwedî hatine. Bi sîstemek bacê ya wekhev re em ê îsrafê biqedînin û bi vê çavkaniyê hatineyên xizanan zêde bikin.

Cudahiya mezin a navbera dewlemend û xizanan ku desthilatdariyê rê li ber vekiriye, em ê bi parvekirina nanê xwe bi awayekî adîl bigirin. Em ê dewlemendiya ku me bi hev re afirandine bi awayekî adîl parve bikin. Em ê mirovên hatineya xwe kêm e, ji nava çirava deynan derxînin. Em ê bi rêya Bernameya Mafên Civakî re dawî li xizaniyê bînin.

Em ê erk û derfetên xwe ji bo dawîanîna li cînayetê kar bi kar bînin. Ji bo dawî li karê bêkarî û dema kar a zêde bînin, em ê standartên navneteweyî bînin.

Di çarçoveya BERNAMEYA BELAVKIRINA MAFDAR de:

- Em ê pêwîstiya av, elektrîk û gaza xwezayî ji bo xizanan heta sînorê pêwîstiya wan, bê pere bidin.

- Em ê mûçeyê herî kêm û hatineya herî kêm a teqawîtan bikin 3000 TL.

- Ji bo hemû bê karan, bê şert û bê dem herî kêm 1000 TL mûçeyê bidin.

- Em ê 1000 TL zem li kedkarên cemaweriyê bikin.

- Ji bo deynên bankayê yên heta 50.000 TL'yî em ê faîzan jê bibin.

- Em ê desteka ji bo karên çandinî û sewalkariyê bi 2 qatan zêde bikin.

- Em ê derbasbûna ji rê û piran bê pere bikin.

Em ê sîstema perwerdeyê ji bin serweriya desthilatdariya siyasî derxînin

Em ê ji perwerdeya cemaweriyê, bê pere, zanistî, bi zimanê dayikê, laîk û azadîparêz ti carî tawîzê nedin.

- Em ê dawî li alîgirî û torpîlê bînin û ji bo zarok û ciwanan perwerdeyeke hêja ya ku paşeroja xwe heye, bi hev er ava bikin.

- Em ê dawî li sîstema 4+4+4 bînin ku dibistan bi bîr û baweriya îdeolojîk ji hev cihê kirine.

- Bi ti awayî em ê pereyan ji malbatan nexwazin.

- Em ê mufredata perwerdeyê ya yekperest, zayendîperest, mezhebperest û nîjadperest ji holê rakin û li şûna wê mufredateke nû ya perwerdeyê ya li ser bingeha zanistî, laîk, demokratîk, azadîparêz, pirrengî û bi zimanê dayikê bînin.

- Em ê hemû ezmûnên navendî yên weke OKS, SBS, TEOG, LYS û YGS rakin. Li şûna sîstemeke ku xwe dispêre ezmûnan, em ê sîstemeke ku xwe dispêre pêşketina hevpar a mamoste û xwendekaran ava bikin.

Em ê bikin ku ji çapemeniya yek dengî derbasî çapemeniya azad bibin

Em ê hemû astengiyên li pêşiya mafê agahîwergirtinê yê gel rakin. Em ê bikin ku hemû astengiyên li pêşiya azadiya fikir, raman, çapemenî, xwepêşandan û rêxistinbûnê werin rakirin.

- Em ê nehêlin ku rojname, televîzyon û radyo ji aliyê desthilatdariyê ve bê girtin û pêşî li medya pirdeng vekin.

- Em ê rojnamevanan û bikarhênerên medya civakî azad bikin.

- Em ê bikin ku saziyên medyayê azad bin. Hemû astengiyên li pêşiya platformên înternetê yên weke Twitter, Facebook û Wikipedia rakin.

Di têkiliyên derve de em ê derbasî polîtîkayeke derve ya aştiyane bibin

Di çareserkirina pirsgirêkên herêma me de em ê xwe ji şerê hêzên global û herêmî, xwe ji dagirkerî û şîdetê vegirin. Em ê li dijî van polîtîkayan rabin.

- Ji bo li Rojhilata Navîn rêveberiyeke azadîparêz, wekhev, demokratîk a ku gelên herêmê karibin paşeroja xwe bi awayekî azad pê diyar bikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.

- Em ê pîvanên Yekîtiya Ewopayê yên hurmeta ji mafên mirovan, demokrasiya herêmî, cudahiya hêzan û serweriya hiqûqê derxînin pêş. Em ê karê ji bo danûstandin û endametiya Yekîtiya Ewropayê, li gorî pîvanên xwe ji nû ve binirxînin.

Em ê feraseta 'Mafên xwezayê ji berjewendiyên mirovan girîngtir in' bi cih bikin

Em ê hemû avahiyên ku gefê li civakê, xwezayê dixwin û ekolojiyê xera dikin, biqedînin. Em ê daristanan, peravan, çêrgehan, zeviyan, qadên sît, dewlemendiyêna xwezayî, çandî û dîrokî biparêzin.

- Em ê dawî li projeyên bendav, HES; termîk, nukleer yên ji bo sermayeyê tên çêkirin bînin. Em ê hemû kiryarên ku qadên jiyanê diherimînin biqedînin.

- Em ê bikin ku gelê xwecihî karibe li ser hemû projeyên li qadên wan ên jiyanê biryarê bidin. Em ê pêvajoya ÇED'ê hê demokratîk bikin.

- Em ê projeyên ku bajaran talan dikin, mafê stargehê yê gel tine dikin, qadên jiyana hevpar û berhemên çandî û dîrokî ji holê radikin, bisekinînin.

- Hemû projeyên îsrafê yên weke Kanal Îstanbûl ku xwezayê û çavkaniyan qetil dikin, hatibin destpêkirin jî em ê biqedînin.

- Em ê sûcên li dijî heywanan ên weke êşkence, kiryarên xerab, êrîşa zayendî û kuştinê, ceza bikin û bi van cezayan bikin ku nema sûcên wiha bên kirin.

**

Ji bo Serokatiyê biqedînim ez ê bibim Serokkomar. Dema ku pêvajo qediya, erkên min jî wê kê bibin. Ez ê Serokkomariyê bikim meqameke temsîlî û lihevkirina civakî.

EZ NABÊJIM EZ Ê BIKIM, EZ DIBÊJIM EM Ê BIKIN!

EM gel in. Bi nasname, bawerî, ziman û çanda xwe EM ev welat in.

Em ew mirov in ku ji paşeroja vî welatî bawer dikin; çavkanî, hêvî, hewldan û cihêrengiya xwe pêşkêşî daxwaza sîstema şexsekî nakin.