Urselendî yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da li Kadikoy hat bîranîn
Urselendî yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da li Kadikoy hat bîranîn
Urselendî yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da li Kadikoy hat bîranîn
Meclîsa Ciwanan a HDK-HDP û Federasyona Komeleyên Xwendekarên Demokratîk (DODEF), Azîz Urselendî (Agir Amed) ê xwendekarê Zanîngeha Marmara û endamê DODEF ku li Kobanê di şer û pevçûnên li hemberî çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da bi meşekê bibîr anîn.
Meclîsa Ciwanan a HDK-HDP û Federasyona Komeleyên Xwendekarên Demokratîk (DODEF), Azîz Urselendî (Agir Amed) ê xwendekarê Zanîngeha Marmara û endamê DODEF ku li Kobanê di şer û pevçûnên li hemberî çeteyên DAIŞ de 23’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da bi meşekê bibîr anîn. Ji bo bîranîna Urselendî li avahiya HDP’ê ya Kadikoy ku xwarin hat dayîn û şûnde girseya li Parka Mehmet Ayvalitaş kom bû, ji bo 18 karkerên di kana komirê ya Ermenek de asê mane û karkerên demsalê yên li Isparta di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan mûm pêxistin, SDP’ê jî piştgirî da meşê.
Di meşê de pankarta, “Azîz Urselendî bêmirine” hat vekirin, wêneyên Urselendî û alên YPG’ê jî hatin hildan. Ji bo şervanên YPG/YPJ’ê deqeyek rêz hat girtin. Girseya bi dirûşmaya, “Şehîd namirin” ber bi Çar rêyê meşiyan dirûşmayên, “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Rêheval Azîz bêmirine”, “Enqere dikeve Kobanê nakeve”, “Qatil DAIŞ ji Kobanê bicehime”, “Suphî Nejat dijî, rê ji çeteyan re nîne” gotin. Di bîranînê ku sirûda Rojava hat gotin, girse li peykerê Boga kom bû û axaftina destpêkê ji aliyê endamê Meclîsa Ciwanan a HDK-HDP’ê Ahmet Ayva ve hat kirin.
'EM PARÇEYEK JI KOBANÊ NE'
Ayva ku got, “Em wek ciwanan parçeyek ji Kobanê ne” diyar kir heta ev hovîtî bi dawî bibe wê qadan terk nekin.
Hevalê Azîz ê zanîngehê Samet Gundogdu jî têkildarî hevalê xwe got ku Azîz ji polîtîka û şerê qirêj ê li hember Kobanê re wek temaşevan nema û çû Kobanê di nav refên YPG’ê de şer kir. Gundogdu diyar kir ku wek hevalên Azîz wê têkoşîna wî bidomînin.
Piştî axaftinan ciwanan dan xuyakirin ku wê wek Meclîsa Ciwanan a HDK-HDP û DODEF sibe ji bo 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê li Taksîmê bin.