Tweeta 'Temam' di rojeva çapemeniya cîhanê de ye
Piştî ku Serokkomarê Tirk Erdogan got, "Eger milet bêje temam, em ê biçin" bi milyonan tweet li meyda civakî hatin parvekirin. Tweetên 'Temam' cihekî berfireh di çapemeniya cîhanê de girt.
Piştî ku Serokkomarê Tirk Erdogan got, "Eger milet bêje temam, em ê biçin" bi milyonan tweet li meyda civakî hatin parvekirin. Tweetên 'Temam' cihekî berfireh di çapemeniya cîhanê de girt.
Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan duh di daxuyaniyeke xwe de gotibû, "Eger rojekê miletê me ji me re bêje temam, wê wextê em ê xwe vekişînin". Heman piştî vê gotinê bi etîketa "temam" li twitterê parvekirinan dest pê kirin.
Parvekirina tweeta "Temam" duh bi şev ji 1,8 milyonî derbas kir. Alîgirên Erdogan jî heman piştî vê yekê bi etîketa "dewam" dest bi parvekirinan kirin. Lê ev parvekirin tenê di 300 hezarî de ma.
BALA ÇAPEMENIYA CÎHANÊ KIŞAND
Vê reaksiyona ji nişka ve li medya civakî rû da, bala çapemeniya cîhanê jî kişand ser xwe.
Rojnameya The Guardian li ser mijarê nûçeyek weşand û got, "Mûxalîfan bersiv dan pêşniyara Erdogan ku gotibû, 'Eger di hilbijartinên Hezîranê de gel bêje 'temam' em ê xwe vekişînin'." Rojnameyê ragihand ku duh heta danê nîvro nîv milyon kesî etîketa 'TEMAM' parve kirin.
EUROPE1: BIKARHÊNERÊN ÎNTERNETÊ YÊN TIRK JI ERDOGAN RE DIBÊJIN 'ÊDÎ BES E'
Di nûçeya radyoya Europe1 a Fransayê de hate bibîrxistin ku peyva "temam" bi wateya "êdî bes e" hatiye bikaranîn. Ji bo sernavê nûçeyê hate gotin, "Bikarhênerên înternetê yên Tirk ji Erdogan re dibêjin 'êdî bes e'."
LIBERATION KARÎKATUREK PARVE KIR
Rojnameya Liberation jî nûçe bi heman sernavî weşand û cih da karîkatureke Iad Tawil. Di karîkatur de xeyaletekî ku peyva 'temam' li ser nivîsî ye, dide ser pişta Erdogan.
Di nûçeya rojnameya New York Times (NYT) de hate ragihandin ku namzetên mûxalîf jî di nav de derdoreke berfireh etîketa 'temam' parve kirine.
Qenala Euronews jî ku bi gelek zimanan weşanê dike, di nûçeya xwe de sernavê "Erdogan got, 'eger miletê min bixwaze, ez ê xwe vekişînim'. Twitterê di cih de bersiv da" bi kar anî.
DW: ŞERÊ TWEETAN DEST PÊ KIR
Medya Elman jî cihekî berfireh da mijarê. Radyoya Deutsche Welle bal kişand ser şerê tweetan ê navbera dijber û alîgirên Erdogan.
Rojnameya Der Standard a Awûstûryayê jî cih da tweeta bi etîketa "Temam" hate parvekirin.
The Times of Israel jî ji bo nûçeya xwe ya li ser mijarê sernavê "Bikarhênerên înternetê yên Tirk ji Erdogan re gotin: êdî bes e" nivîsî.