BI DÎMEN

Tûrhalli: Huda Par komeke ku bi navê dewletê mirovan dikuje

Serokê Giştî yê CÎK'ê Hafiz Ahmet Tûrhalli anî ziman ku HUDA PAR li Kurdistanê ji bo armancên dewletê dixebite û got, "Vana olê ji bo xizmeta armancên xwe yên qirêj bi kar tînin."

HÎZBÛLKONTRA Û HUDA PAR

Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli anî ziman ku Huda Par dewama projeyekê ye ku di bin navê olê de li Kurdistanê mirovan dixapîne û bi vê armancê tê bikaranîn.

Tûrhalli têkildarî kiryarên Huda Par û kevneşopiya Hîzbûllahê ya li Kurdistanê ji ANF'ê re axivî.

Tûrhalli anî ziman ku ji aliyê dîrokî ve du ferasetên ol timî li ber hev rabûne; feraseta ola ku bi destê desthilatdaran hatiye avakirin û feraseta ola rasteqîn ji hev cuda ne.

Tûrhalli anî ziman ku Tevgera Neteweyî ya Kurd dema ku destpê kir, êrîş li ser mafê wê yê jiyanê hate kirin û got, "Ji ber ku bi navê Kurdan daxwaza maf û hiqûqê kir, bû hedef û weke terorîzmê hate nîşandan. Kurdan ji vê propagandaya dewletê bawer nekirin. Xwedî li tevgera neteweyî derketin. Hewldana dewletê ya ji bo terorîzekirina tevgera n eteweyî bi ser neket. Vê carê jî pêwîstî bi tiştekî din dît ku bixe meriyetê. Pêwîstî pê dît ku olê bi kar bîne. Di demekê de ku bandora şoreşa Îranê hebû, bûyera Hîzbûllahê bi vî rengî li Kurdistanê hate afirandin."

RÊXISTINEKE KONTRA YA KU DEWLET NAS DIKE, JINÛVE HATE WEZÎFEDARKIRIN

Tûrhalli diyar kir ku Hîzbûllah li Kurdistanê weke 'leşkerên Xwedê' hate pêşkêşkirin û got, "Gelo leşkerên Xwedê li dijî kê şer dike? Li dijî Ehlî kufrê şer dikin. Ehlî kufur kî ye? Ehlî kufur ew kes in ku mafên gelên mezlûm, hiqûqa gelên mezlûm desteser dikin. Yên ku zilmê dikin. Wan xwe dan kîjan alî? Wan xwe dan aliyê siyaseta înkar û terorê. Lê belê ji bo van bi civakê bidin naskirin û bikaranîn pêwîstî bi du tiştan dîtin. Ya yekemîn ol, ya duyemîn jî bikaranîna navê Kurdan. Di salên 1990'î de tenê bi navê olê siyaset kirin. Propagandaya xwe hemû jî li ser wê yekê bû ku Tevgera Neteweyî ya Kurdan li derveyî ol nîşan bidin. Armanca wan a yekane bi vî rengî bû. Lê belê nekarîn vê yekê bi civakê bidin qebûlkirin. Civakê bingeheke civakî neda van, ji ber kuk komkujî kirin. Mirovên sivîl kuştin, piştre çûn qereqolan û hatin berdan. Civakê ev didît û tevlî wan nebû. Milet didît ku ew di nava dewletê de ne, bi navê dewletê dixebitin û bingeha civakî nedida wan. Lê belê van di nava dewletê de karên demdirêj kirin. Ji bo dewletê bi hezaran mirov kuştin. Ji dewletê re gotin, em ji bo we xebitîn. Dewletê jî ew berda. Ji ber ku li gorî tespîtên fermî 160-170 kes kuştin. Dewletê tevî vê yekê jî ew berda. Lê belê mesele neqediya. Ji ber ku Tevgera Neteweyî ya Kurd bi pêş ket. Hemû fikir, îdeolojiyên cuda tevlî nava refên têkoşîna neteweyî bûn. Di nava civakê de zêdeyî ji sedî 15 hate qebûlkirin. Ev rewş ji bo dewletê ne ya qebûlkirinê bû. Ji ber vê yekê careke din pêwîstî bi wan dît. Dewletê çetebûyîna ku karên wê yên qirêj bike, temam kir. Vê carê jî pêwîstî bi hevalbendekî dît ku li qada siyasî rolê bilîze. Pêwîstî bi rêxistiniyeke nas dike û dikare bi kar bîne, dît. Li ser vê bingehê careke din rol da wan. Ew hemû berda û ji wan re got, karê me hîn neqediya ye. Xwest nasnameyeke siyasî bide wan. Ev yek ne pêvajoyeke ku bi hilbijartinê destpê kiriye. Dema ku tetîkkêş, kontra hemû ji girtîgehê derxist, ev plan kiribû. Niha vê planê bi cih tîne.

Em dikarin vê bibêjin, kontrayên ku beriya niha ji bo pêşîgirtina li Kurdan bi kar dianî, vê carê jî hewl dide li ser zemîna siyasî bi kar bîne."

KOMEKE KU BI NAVÊ DEWLETÊ MIROVAN DIKUJE

Tûrhalli pirseke bi vî rengî kir, "Li gorî Îslamê kujer kî ye?" û got, "Yên ku mirovên bêguneh dikujin, têkiliya xwe bi Îslamê re çi ye? Di ayetê de bi vî rengî tê gotin: Kî mirovekî bi neheqî bikuje ew mirovahiyê bi temamî dikuje. Di ayeteke din de wiha tê gotin, 'Eger hûn mirovekî bi neheqî bikujin wê Xwedê we lenet bike û heta dawiyê li cehenemê bimîne'. Gelo komek ku bi navê dewletê mirov kuştin, çawa dikare di bin navê olê de siyasetê bike? Li aliyekî kujer û qirêj e, li aliyê din jî radibin hewl didin mirovan bixapînin û siyaseta 'em ê we bibin bihuştê' dikin. Divê ev yek bê fêhmkirin û vegotin."