Tûrhalli: Di meha pîroz de xwe ji AKP'ê vegirin

Serokê CÎK'ê Tûrhalli got, Remezan meha edalet û rastiyê ye û ji hemû Misilmanan xwest ku li ber desthilatdariya AKP-MHP'ê rabin.

Remezan ku ji bo Misilmanan meheke pîroz e, sibe dest pê dike. Bi wesîleya meha Remezanê Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli ji ANF'ê re axivî.

Li ser wateya meha Remezanê ji bo Misilmanan Tûrhalli got, "Weke 1.7 milyar bawermendan em li ber destpêkirina meha Remezanê ya pîroz in. Meha Remezanê ji bo me Misilmanan pîroz e. Ji ber ku di vê mehê de Quran hatiye daxistin. Navekî din ê Quranê jî Fûrkan e. Pirtûk cudahiya navbera rastî û şaşiyê radixe pêş çavan. Pêxemberê me Hz. Mûhammed dibêje, 'Destpêka Remezanê rehmet e, nava wê bexşîn e û dawiya wê jî azadiya ji nebaşiyan e'. Girîng e bi vê feraset, agahî, nirxên însanî û manewiyatê meha Remezanê bê pêşwazîkirin."

SERDEST Û DEWLETAN MEHA REMEZANÊ JI CEWHER Û RASTIYA WÊ DERXISTIN

Hafiz Ahmet Tûrhalli destnîşan kir ku serdestan û xwediyên dewletan meha Remezanê ji cewher û rastiya wê dexistine û wiha dewam kir: "Mirov veguherandine kesên ku tenê devê xwe digirin. Halbûkî civakên Îslamî ji bo rastiyê fêhm bikin rojiyê digirin. Bi vî rengî dikarin xwe bigihînin mexfîretê. Tenê bi girtina devê xwe nabe. Hz. Mûhammed li cihekî din dibêje, 'Kesên ku bêyî wateya Remezanê rojiyê digirin, tenê xwe birçî û tî dihêlin'.

Rojî xistine nava nîqaşên biçûk ên mîna 'Min av di devê xwe de werda', 'Gelo dikarim diranên xwe bişom'. Nekirina derew, îftira û neheqiyê hatin jibîrkirin. Dewlet hin derdoran li kêleka xwe didin rûniştandin û mirovan bi tiştên wiha mijûl dikin. Remezan û rojî têkbirina ezeztî û quretiyê ye. Li nava alema Misilmanan xwedî karaktera ezeztiyê ne, rê li ber mirina bi deh hezaran mirovî vdikin. Lewma rojiya wan a fermî û rojiya ku Quran qalê dike, ne yek e."

'ERDOGAN DIXWAZE OL LI GORÎ DILÊ XWE JI NÛ VE DÎZAYN BIKE'

Di dewama axaftina xwe de Tûrhalli bal kişand ser daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku qala 'nûjenkirina Îslamê' dike û got, "Ev dixwazin ol li gorî xwe dîzayn bikin. Nûjenkirina ol tê wê wateyê ku li gorî dilê xwe ji nû ve dîzayn bike. Pêwîstiya ol bi vê yekê nîne. Ol dibêje 'derewan neke', lê ev derewan dikin. Dîn dibêje 'îsrafê nekin', lê ew dikin. Li ser sifra wan a Remezanê tiştekî kêm nîne."

Tûrhalli bi bîr xist ku ji aliyekî ve rojî tê kirin lê li aliyê din dizî tê kirin, malên milet tên desteserkirin û got, "Em teqez vê yekê bêjin; rojiya niha gelekî dûrî Quranê ye. Ji ber vê yekê divê em li gorî rêxistin, kom û terîqatan rojiyê negirin, li gorî wan îbadetê nekin. Divê em li gorî tişta ku ji Xwedê û ji Quranê hîn bûne bijîn."

'JI BO MIROVAN BIXAPÎNIN DI MEHA REMEZANÊ DE HILBIJARTINÊ DIKIN'

Tûrhalli bal kişand ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiyeyê ku wê di meha Remezanê de bên kirin û got, "Ji bo mirovan bi manewiyatê bixapînin û berê wan bidin cihekî, biryar dan ku di meh Remezanê de hilbijartinê bikin. Lewma ya ku divê em di meha Remezanê de bikin ew e ku rastiyê nas bikin û xwe ji wan hêzan vegirin. Eger li nava sîstemekê mirov tên kuştin, tên talankirin û hûn tevî vê yekê dengê xwe hîn jî didin wê sîstemê, wê çaxê guneh di stuyê we de ye."

'XWE JI ZALIMAN VEGIRIN'

Di dawiya axaftina xwe de Serokê CÎK'ê Tûrhalli got, "Bi destpêkirina meha Remezanê re em dixwazin vê yekê ji mirovan re bêjin; eger hûn xwe nêzî zaliman bikin, guneh wê di stuyê we de be. Wê ti wateya îbadeta we nemîne. Îbadet banga li mirovan a ji bo rastî û bedewiyê ye. Eger em bi vê yekê nikarin bigihêjin encamê, hingî wateya xwe nemaye. Her kesên ku ji xwe re dibêje; ez Misilman im, ez mirov im, divê xwe ji zaliman vegirin."