Tûncel: Divê em bi rêya têkoşînê wan biguherînin
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel got, "24'ê Hezîranê wê ji bo stran û sirûdên azadiyê yên jinan bibe destpêkek."
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel got, "24'ê Hezîranê wê ji bo stran û sirûdên azadiyê yên jinan bibe destpêkek."
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel ku li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1'ê ya Kandirayê dîlgirtî ye, li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê nameyek ji ajansa me re şand. Tûncel got, "Ji bilî HDP'ê ti partî cih nade jinan. Hemû partiyên din, jinan weke potansiyela deng dibînin."
Nameya Sebahat Tûncel wiha ye:
"Em ji tecrûbeyên xwe zanin; li cihên ku jin lê nebin, der barê jinan de ti biryar nayê dayin û sîstema serdest a mêr, jinan li nava kevneşopiyên jiyana civakî heps dike. Ji ber vê yekê divê em li benda sozên partiyan nemînin û bi xwe bikevin nav û bi rêya têkoşînê wan biguherînin.
Ji ber vê yekê HDP partiyeke ku têkoşîna azadiya jinê derdixîne pêş. Sedema vê yekê jî ew e ku di nava HDP'ê de tevgereke xurt a jinê heye. Têkoşîna rêxistinbûyî ya tevgerên jinan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê derdixîne pêş.
Pêvajoyên hilbijartinê derfeta tevlîbûnê dide jinan. Tevgerên jinan ê femînîst û sosyalîst, jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin, yên ku dixwazin bê tirs li derve bigerin, yên dixwazin ji bo jiyaneke însanî kar jê re bê dayin, yên dixwazin heqdestê xwe bigirin û keda wan a li nava malê bê dîtin, yên li ber sîstema bi serweriya mêr radibin, niha xwedî firsend in. Bi hêza xwe, bi têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî û bi piştevaniya HPD'ê re em dikarin ji bo jinan tiştên baş bikin.
Eger em cîhaneke din dixwazin, divê em wê bi destê xwe ava bikin. Li dijî hemû hêzên zordar, faşîzan, koledar, hiyerarşîk, neteweperest, zayendîperest, olperest û mîlîtarîs, berpirsyariya me ye ku em jinê rizgar bikin.
Ji bo demên nû pêwîstî bi stranên nû heye. Dem hatiye ku jin stranên nû bistirên. 24'ê Hezîranê wê ji bo stran û sirûdên azadiyê yên jinan bibe destpêkek. Ji bo we hemûyan hêviya serketinê dikim."