Tuncel: Divê destpêkê hûn bi Dêrsimê re rû bi rû werin
Tuncel: Divê destpêkê hûn bi Dêrsimê re rû bi rû werin
Tuncel: Divê destpêkê hûn bi Dêrsimê re rû bi rû werin
Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tuncel di civîna Meclîsa Giştî ya HDK’ê de axivî û ji bo nîqaşên Dêrsimê yên di navbera AKP,CHP û MHP’ê de got: “Ger li vî welatî aştiyek rastî pêk bê divê destpêkê bi Dêrsimê re bên rû hev. Dêrsim nîşaneya polîtîkaya Kurd a dewletê ye."
Di rojên buhrî de HDK’ê Civîna Xwe ya Giştî pêk anî û îro jî yekem civîna meclîsa giştî li Stenbolê pêk anî.
Civîn li Otela Taksîl Hîll pêk hat û hevberdevka HDK’ê Sebahatt Tuncel axaftina vekirinê kir. Tuncel da zanîn ku ew di serê rêyeke nû de ne û got ku wê di civîna îro de desteya rêveberiyê ava bikin û dema nû plan bikin.
Tuncel bi lêv kir ku civîna Meclîsa Giştî di demeke gelek girîng de pêk tê û geşedanên li Kobanê û Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ragihand. Tuncel da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê hewl dane ku deriyê sînor bigirin dest û wiha got: “Gelek mînakên pratîk ên piştgiriya Tirkiyeyê ya dida DAIŞ’ê hebûn. Wesayîta ji Tirkiyeyê diçû teqiya û zêdebûna êrîşan ne tesadûf e. Ji Stenbolê 15 kes şandin DAIŞ’ê. Bavê zarokekî endamê me bû. Wisa agahiya me pê çêbû. Bav diçe Kîlîsê, ji Qeymeqam dipirse, ew jî dibêje tiştekî em bikin tune.”
Tuncel bi lêv kir ku wê berxwedana Kobanê qezenc bike û got: “Kobanê ne tenê berxwedana Kurdan, berxwedan enternasyonel e. Ji kesên berxwedêr re silav."
Tuncel hevdîtina ku sibê li Îmraliyê pêk tê jî bibîr xist û wiha pêde çû: “Dewletê heta niha der barê hevdîtinan de raya giştî ya Tirk agahdar nekir. Tenê HDP’ê agahdar kiriye. Hikûmeta AKP’ê ku serhildanên 6-8’ê Cotmehê kir hincet, bi gotina ‘Min pêvajo qedand’ gel tehdît kir. Berxwedana 6-8’ê Cotmehê gelek watedar e. AKP’ê peyama pêwîst ji vê girtiye. Ne tenê AKP’ê her kesî girtiye. Me dît ku gel pêşeroja xwe girêdayî Kobanê dîtiye. Ji ber vê jî nîqaşên ‘wisa biçe em ê pêvajoyê asteng bikin’ fêdeya wê ji Tirkiyeyê re tune. Mesele ne tenê hevdîtin e, mesele pêngavên şênber in.
DÊRSIM NE HER DER E
Tuncel destnîşan kir ku aştî di heman demê de tê wateya ku mirov bi paşerojê re bê rû hev û nîqaşên di navbera Davutoglu, Kiliçdaroglu û Bahçelî de bibîr xist û got: “Her kes li her derê dikare siyasetê bike lê Dêrsim ne her der e. Birînên Dêrsimê hê taze ne. Heta hûn van birînan rehet nekin hûn biçin wir û ji gel re bêjin, hûn terorîstin wê gel jî li ber xwe bide. Ger Bahçelî ji bo lêborînê biçe Dêrsimê wê Dêrsim deriyê xwe ji wan re vike. Ev serdan di demeke ku nîqaşên der barê pêvajoya çareseriyê de tê kirin, pêk tê. Ev jî provekirina derdorê ye. Dixwazin pêşî li pêvajoyê bigirin. Ger li vî welatî bi rastî jî aştî pêk tê divê destpêkê bi Dêrsimê re bên rû hev. Dêrsim nîşaneya apolîtikaya Kurd ya dewletê ye.”
Tuncel got CHP di rojên pêş de wê li Amedê pakêtekê aşkera bike û pakêtên ku heta niha CHP’ê aşkera kirine vala derketine û got: “Hûn tevlî komîsyona çareseriyê nabin, hûn di desteya şopandinê de cih nagirin, gelo hûn ê çawa tevlî pêvajoyê bibin.”
Piştî axaftina Tuncel Desteya Giştî ya HDK’ê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.