TUHAD-FED li ser sînor e: Hişyariya zîndanan bibihîzin
TUHAD-FED li ser sînor e: Hişyariya zîndanan bibihîzin
TUHAD-FED li ser sînor e: Hişyariya zîndanan bibihîzin
TUHAD-FED jî beşdarî nobeda berxwedanê ya li ser sînor bû. Seroka Federasyonê Zubeyde Teker a ji bo greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'î li ser sînor daxuyaniyek da got, "Heta ku helwesta hikûmeta AKP'ê ya der barê çeteyên DAIŞ'ê de neguhere, wê hevalên me greva birçîbûnê dewam bikin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'î ya ji bo korîdora alîkariyê ji Kobanê re bê vekirin û hikûmeta AKP'ê alîkariya dide çeteyên DAIŞ'ê qut bike di roja 14. de dewam dike. TUHAD-FED û komeleyên girêdayî wê tevlî berxwedana li sînor bûn û hem ji bo dengê girtiyan bidin bihîstin, hem jî piştgiriyê bidin berxwedanê daxuyanî da çapemeniyê.
Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker daxuyanî xwend û diyar kir ku eger hikûmet bersiva daxwazên girtiyan nede wê çalakiyên hêj dijwartir lidar bixin. Di daxuyaniyê de pankartên, "Em bi ruhê Sarayan, Kemalan li girtîgehan berxwedana Kobanê ya bi rihê Berîtanan û Arînan pêk tê slav dikin" û "Girtiyên PKK û PAJK'î berxwedana Kobanê silav dikin" hatin vekirin. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Girtiyên PKK'î rûmeta me ne", "Bijî berxwedana YPG", "Kobanê dê ji DAIŞ'ê re bibe gor" û "Kujer DAIŞ hevkar AKP" hatin berzkirin.
Teker balkişand ser daxuyaniya Serokatiya Fermandariya Giştî ya piştî DÎHA'yê dîmenên têkiliya çeteyan û leşkerên Tirk weşandî dayî û got: "Di vê mijarê de TSK daxuyaniyek da û em vê daxuyaniyê cidî nagirin. Em helwesta TSK'ê ya li hemberî têkoşîna azadiya kurd baş dizanin. Pêvajoya Serokê me daye destpêkirin ji bo me gelek girîng û watedar e. Lê hikûmeta AKP'ê û TSK'ê di nava hewldanên bêwatekirinê de ne. Di vê çarçoveyê de hişyariya girtîgehan gelek watedar û girîng e."
Parlementerê HDP'ê Îbrahîm Ayhan jî diyar kir ku şervanên YPG û YPJ'ê li Kobanê berxwedaneke dîrokî û bêhempa didin meşandin.
Piştî daxuyaniyê Parlementerê HDP'ê Îbrahîm Ayhan, Parlementera Wanê Aysel Tûglûk, rêveberên DBP'ê yên Rihayê tevlî berxwedana li gundê Mehserê bûn. Rêveberên TUHAD-FED'ê dê 3 rojan li sînor nobedê bigirin.