TUHAD-FED: Bêyî Ocalan aştî nabe

TUHAD-FED: Bêyî Ocalan aştî nabe

Nûnera TUHAD-FED'ê ya Enqereyê Havva Ozcan di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de diyar kir ku, şer bêyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş dikeve, lê beyî Ocalan aştî pêk nayê.

Nûnertiya Federasyona Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUHAD-FED) ya Enqereyê di derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rewşa girtiyên nexweş de li nûnertiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên Komeleyê di civînê de pankarta "Ji girityên nexweş re azadî, ji tecrîdê re na" vekir û daxuyanî dan.

Di civînê de Endamê ÎHD'ê Cengiz Mendîllioglu, Rêveberê TUHAD-FED'ê yê Enqereyê Mehmet Baytekin û Nûnera TUHAD-FED'ê yê Enqereyê Havva Ozcan amade bûn. Di civînê de Havva Ozcan axivî û wiha got: "Daxwazên kurdan ên çareseriyê rojeva Tirkiyeyê hejand. Lê piştî Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan ket navberê çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo daxwazên kurdan bi dawî bû.

'BILA DEST JI OPERASYONÊN KURDAN BERDIN'

Ozcan da zanîn ku, piştî çalakiya greva birçibûnê bîrdoziya fermî ya Tirkiyeyê û nûnerê wê hikûmeta AKP'ê vîna 10 hezar girtiyên PKK'ê û PAJK'ê û milyonan gelê Kurd nedît. Dîsa polîdîkaya tecrîdê û înkarê berdewam dike. Li şûna ku daxwazên gelê Kurd pêk bîne tecrîdê girantir dike û pêkanînên li ser girtiyan zêde dike. Di tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan berdewam dike. Dîsa operasyonên bi davê KCK'ê zêde dibin.

'DIVÊ RAPORÊN SAZIYA TIPA EDLÎ LI BER ÇAVAN BÊN GIRTIN Û GIRTIYAN TAHLIYE BIKIN’

Ozcan xwest hikûmeta AKP'ê sozên piştî greva birçîbûnê dabûn pêk bîne û wiha got: "3,5 milyon mirov gotin bêyî Rêberê PKK'ê Brêz Abdullah Ocalan nabe. Gotin bêyî Ocalan şer dibe, lê bêyî Ocalan aştî pêk nayê."

Ji bo girtiyên nexweş jî divê rapora Saziya Tipa Edlî li ber çavan bê girtin û girtiyên nexweş serbest berdin."