'#TuDikarî' gelekî bal kişand

Hastaga '#TuDikarî' ku ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê hate vekirin di demeke kin de gelekî bal kişand.

Ji bo destek ji HDP'ê û namzetê wê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş re bê dayin, bi Kurdî hastaga bi navê '#TuDikarî' hate vekirin. Di vê hastagê de ku demeke kin gelekî bal kişand, bikarhênerên medya civakî wêneyên rengîn parve kirin.

Bikarhênerên medya civakî yên ku dixwazin piştî hilbijartinên 24'ê Hezîranê HDP'ê bi xurtî li meclîsê bibînin û Selahattîn Demîrtaş jî bibe serokkomar, duh êvarê bi navê '#TuDikarî' hastagek vekirin.

Hastaga ku li malperên Facebook û Twitterê hate vekirin, di demeke kin de gelekî bal kişand. Di parvekirinên hastagê de hate destnîşankirin ku serketina HDP'ê û hilbijartina Demîrtaş di destê alîgirên demokrasî, azadî û aştiyê de ye.

BI ZARAVAYÊN KURDÎ 'TU DIKARÎ'

Tevî zaravayê Kurmancî, bi zaravayê Dimilkî jî peyam li hastagê hatin weşandin. Her wiha wêneyên rengîn ên HDP'ê û Demîrtaş jî hatin parvekirin. Ji hesabê fermî yê Navenda Giştî ya HDP'ê jî bi rêya hastagê ev bang hate kirin: "Li dijî yên ku nasnameya xwe li ser me ferz dikin, li dijî zîhniyeta ku dibêjin nasname dijminê hev in, tu jî were."

Bikarhênerên medya civakî bal kişandin ser esaret û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Hastaga '#TuDikarî' dik demeke kin de bû trend. Çend ji peyamên di hastagê de hatin parvekirin:

@SakinKeskin: Li dijî zilm, faşîzm û dîktatoriyê bibe yek, zincîran biqetîne û hêza xwe nîşan bide.

@Galileogalileim: Ger tu bixwazî #TuDikarî atomê ji hev biqetînî, xwe hindik nebîne.

@Bexal21: Ji bo em destana xwe ya azadî û serketinê careke din bi hev re binivîsînin. #TuDikarî Welat û Serokê xwe azad bike.

@arjinsnmez: Guhertina cîhanê di destê me de ye.

@Hevi__Jiyane: #TuDikarî Serokatî Azad bikî.

@baydarkze: Tu dikarî. Bila ev hilbijartin bibe qedandina dîktator.

@se_den83: Ez nizanim bê '#TuDikarî' tê çi wateyê, lê belê xuya ye tiştekî baş e. Û dibêjim TEMAM.

@botebejim: Ez bi stayla Ertoşî binivîsînim #Tudişéy

@amednalin: Xwestin, nîvê serketinê ye.

@BirlikLeyla: #TuDikarî. Ji ber ku di hembeza xwe de hêviyên zarokên dilazad dihenî.