TŞYG: Bi giyanê seferberiyê 'NA ji faşîzmê re'

TŞYG: Li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê, li ser bingeha ruhê seferberiyê em bi dirûşma 'NA ji faşîzmê re' pêşî li serweriya mêtînger bigirin. Em eniya NA veguherînin têkoşîna li dijî faşîzmê û tevgera xwe ya Şoreşa Yekbûyî xurt bikin.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) li ser referandûma 16’ê Nîsanê daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Referandûma ku wê 16’ê Nîsanê were kirin bi têkoşîna me ya azadî, wekhevî û demokrasiyê ji nêz ve têkildar e."

TŞYG’ê bi berdewamî bal kişande ser êrîşên koalîsyona faşîst a AKP-MHP’ê û got: "Rejîma dîktatoriya faşîst li ber nemanê ye. Vê rewşê koalîsyona faşîst a AKP-MHP’ê ew çend êrîşkar kiriye, li dijî îhtîmala derketina NA’yê her cure gefê dixwe, provakasyonan dike û senaryoyên komkujiyê derdixe holê. Li ser tirsê dixwazin sîstema xwe ava bikin. Lê her çi jî bibe divê gelên me li dijî van lîstikan şiyar bin û li her derê li dijî her îhtîmalê bi tevdîr bin."

TŞYG’ê diyar kir, weke piştî têkçûna 7’ê Hezîranê her cure lîstikan sazkar dikin û got, "Li dijî vê divê gel, raya giştî ya demokratîk û tevgerên me bi tevdîr bin. Faşîzmê qebûl nekin û li dijî wê hemû rêbazên meşrû û demokratîk ên têkoşînên bi kar bînin, di van polîtîkayan de israr bikin û qadan li faşîzmê teng bikin."

'EM DI 16'Ê NÎSANÊ DE FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN'

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di referandûmê de, ku wê piştî çend rojan bê kirin, divê em li ser bingeha ruhê seferberiyeke mezin li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê, bi dirûşma 'NA ji faşîzmê re' pêşî li serweriya mêtînger bigirin. Em eniya NA veguherînin têkoşîna li dijî faşîzmê û tevgera xwe ya Şoreşa Yekbûyî xurt bikin. Bi coşa 8'ê Adarê, 12'ê Adarê û Newrozê re, em tevgera civakî ya zane ya pêşverû veguherînin têkoşîneke mezin û herdemî ya li dijî faşîzmê û di 16'ê Nîsanê bikin ku faşîzm bi derbeke giran têk biçe."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Bi ruhê seferberiya girseyî û çalak, em hîn bêhtir li erk û wezîfeyên xwe xwedî derkevin û 16'ê Nîsanê bi dengê NA bixemilînin. Serketina di pêvajoyeke bi vî rengî ya diyarker û krîtîk de, di destê me de ye.

Gelê me yê kedkar û karker, pêşverû, demokrat, welatparêz, şoreşger, yên xwedî bawerî, yên nexwedî bawerî, baweriyên bindest, jin, zayenda bindest, ciwanên leheng, divê li dijî faşîzmê, ji bo welatekî azad û demokratîk rabin ser piyan. Ji ber ku siberoj bi hewldanên îro ava dibe."

Di dawiya daxuyaniyê de bang hat kirin, ku bi hêza milîtanî û rêxistinbûyî, bi pêngava seferberiyeke mezin a girseyî bikevin nava tevgerê, faşîzmê ji hev bixin û têk bibin."