Trûmp qedexe anî ser Boîng 737 MAX

Serokê DYE'yê Donald Trûmp piştî qezaya li Etîyopyayê heta ku çareseriyek were dîtin, biryar girt ku rabûna balafirên Boîng 737 MAX 8 û MAX 9 were qedexekirin.

Trûmp ku pêşî dudilî bû, piştî ku 50 welatî qada hewayî li 737 MAX'ê girt, biryareke hevşib da.

Trûmp Çarşemê bi daxuyaniyekê firîna balafirên 737 MAX 8 û MAX 9'ê rawestand.

Serokê DYE'yê got, ''Ewlehiya Emerîkiyan û hemû rêwiyan ji bo me ya herî girîng e.''

Midûriyeta hewavaniya sivîl a Emerîkayê FAA'yê jî got heta ku lêpirsîn berdewam be balafir wê nikaribin rabin.

Li gorî FAA'yê dema bobelatên li Etîypoya û Endonezyayê hin xalên hevşib hene.

Di serî de welatên Yekîtiya Ewropayê nêzî 50 welatî qada xwe ya hewayî li 737 MAX'an girt û rabûna van balafiran qedexe kir.

10'ê Adarê balafira rêwiyan a bi tîpa Boîng 737 MAX ya Ethîopîan Aîrlînes dema ku ji Addîs Abebayê diçû Naîrobî ya Kenyayê ketibû û 157 kes miribûn. Ev qeza, di van 6 mehên dawî de mezintirîn qezaya Boîng 737 MAX'ê bû. 29'ê Cotmehê jî balafireke Endonezya Lîon Aîrê bi 189 kesên tTê de, piştî ku ji Cakartayê rabûbû bi 13 deqeyan ketibû xwarê.