Trump-Kim Jong Un, 12’ê Hezîranê li Singapûrê dicivin
Roj û dîroka hevdîtina di navbera Serokê DYA’yê Donald Trump û lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un de diyar bû.
Roj û dîroka hevdîtina di navbera Serokê DYA’yê Donald Trump û lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un de diyar bû.
Serokê DYA’yê Trump, di daxuyaniya xwe ya bi rêya twitterê belav kirî de ragihand ku hevdîtina çav li rê bû bihata kirin, wê di 12’ê Hezîranê de li Sîngapûrê pêk bê. Trump got; “Em ê her du jî bibin xwedî hewldanan ku ev hevdîtin bibe sedema pêşketinên girîng”.
Ev daxuyanî, piştî ku sê Amerîkî ji hêla rêveberiya Pyongyang ve hatibûn serbest berdan, hat kirin. Trump hê beriya niha çend mehan heqaret li Kim Jong Un kiribûn û gef lê xwaribûn, vê carê spasiyên xwe li rêveberê Koreya Bakur kirin û da zanîn ku ji hevdîtinê bi hêvî ye.
Trump, Amerîkiyên hatî serbestberdan pêşwazî kirin û derbirand ku wê hevdîtina bi Kim Jong Un re encamên serkeftî bi xwe re bîne.
Wezîra karê derve ya DYA’yê Mike Pompeo, got dibe ku hevdîtin ji rojekî zêdetir bidome.
Li gorî ajansa fermî ya Koreya Bakur KCNA’yê, Kim Jong Un, vê hevdîtina ku bê kirin weke “fersendeke dîrokî” dinirxîne û gotiye wê ev hevdîtin xizmeta “pêşerojeke baştir” bike.