Trûmp hişyariya kuştina sivîlan li Erdogan kir

Hat ragihandin ku Serokê DYA’yê Donald Trûmp di operasyona dagirkirina Efrînê de di warê kuştina sivîlan û hatina hemberî hev a herdu hêzên leşkerî de Erdogan hişyar kiriye.

Qesra Spî têkildarî hevdîtina Serokê DYA’yê Trûmp û Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan agahiyên kurt da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, Trûmp ji Erdogan re gotiye divê operasyona Tirkiyeyê ‘bi sînor be’ û êrîşên Tirkiyeyê armancên Amerîka-Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê dixe xetereyê.

Li gorî daxuyaniya Qesra Spî, Trûmp têkildarî kuştina sivîlan fikarên xwe ji Erdogan re diyar kiriye. Di heman demê de di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gotinên Tirkiyeyê yên têkildarî operasyonê ‘tund’ û ‘şaş’ in.

Li gorî daxuyaniyê de Trûmp ji Erdogan xwestiye ku divê di navbera leşkerên Tirkiye û yên Amerîkayê de şer pêk neyê û divê Tirkiye gavên bi vî rengî neavêje.