Togrûl: Di 24’ê Hezîranê de em ê faşîzmê hilweşînin!
Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl diyar kir ku hilbijartina 24’ê Hezîranê wê di navbera dewletê û hêzên ku dewlet dixwaze wan tune bike, pêk were.
Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl diyar kir ku hilbijartina 24’ê Hezîranê wê di navbera dewletê û hêzên ku dewlet dixwaze wan tune bike, pêk were.
Parlemenenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl hilbijartinên serokkomarî û parlementeriyê ji ANF’ê re nirxand.
Togrûl got ku,”Di 24’ê Hezîranê de em ê wekî 7’ê Hezîranê derbeyekê li faşîzmê bixin û berxwedana li ser navê azadiyê xurttir bikin.”
‘EV NE PÊŞBIRKA DI NAVBERA PARTIYAN DE YE’
Togrûl zext û pêkutiyên li ser partiya xwe bi bîr anî û got “Li gorî me, ev hilbijartin ne di navbera partiyan de ye. Li aliyekî beşek heye ku dewlet xistine destê xwe û li aliyê din jî em hene. Ew difikirin ku wan em têk birine, lê şaş in. Ew ê gel di 24’ê Hezîranê de bersiveke xurt bide wan.”
Togrûl diyar kir ku ew ê Demîrtaş bimîne ji tûra duyemîn re û got, “Demîrtaş siyaseteke wisa dike ku, hemû civakên Tirkiyeyê tê de hene. Demîrtaş bi helwesta xwe jî baweriyeke mezin dide gelên Tirkiyeyê. Bi xebata hevpar em dikarin Demîrtaş derbasî tûra duduyan bikin.”
‘DIVÊ REWŞA AWARTE WERE RAKIRIN, DEMÎRTAŞ SERBEST WERE BERDAN’
Togrûl diyar kir ku ji bo hilbijartineke wekhev û demokratîk divê Demîrtaş serbest were berdan û Rewşa Awarte were bidawîkirin û got, “Nayê qebûlkirin ku namzetê me yê serokkomariyê di girtîgehê de be. Em qebûl nakin ku kesekî 6 milyon deng stendiye, di girtîgehê de be. Di heman demê de li ser me û girseya me 2 sal in êrîşeke mezin heye. Gelek rêveberên me yên bajar, navçeyan, şaredar û parlementerên me girtî ne. Di van şertan de ew ê hilbijartin çiqasî demokratîk be?”
‘GELÊ ME WÊ LI SER SINDOQAN HESAB BIPIRSIN’
Togrûl diyar kir ku gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li ber xwe didin û got, “Beriya hilbijartinên 24’ê Hezîranê, partiyên cihê yên Kurdan hatin ba hev. Ev helwest ji bo me gelekî girîng e. Gelê me ji ber faşîzma AKP-MHP’ê bi hêrs e. Ew ê hesabê vî tiştî bipirsin. Em baweriyê bi girseya xwe tînin. Di 24’ê Hezîranê de, em ê bi ser bikevin.”
Togrûl bang li hilbijêrên Ewrûpayê kir û got, “Li Ewrûpa û welatên din ên cîhanê nêzî 3 milyon gelê me hene. Divê gelê me yê li Ewrûpayê biçe ser sindoqan û dengê xwe bidin.
Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl herî dawîn got ku, “Faşîzma 100 salî bi carekê re naqede lê em dizanin ku me di 7’ê Hezîranê de me ew faşîzm hejandibû. Di 24’ê Hezîranê de jî, em ê derbeke xurt li faşîzmê bidin.”