TJA kampanyaya ‘Tecrîd wê winda bike, azadî wê bi ser bikeve' da destpêkirin

TJA, starta Kampanyaya ‘Tecrîd wê winda bike, azadî wê bi ser bikeve’ da destpêkirin. Jinên ku gotin: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan, êrîşa li ser azadiya jinê ye”, ev bang kir: “ Ji bo azadiya jinê li dijî tecrîdê têkoşînê bilind bikin.”

Tevgera Jina Azad (TJA), ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocallan, bi sirûda ‘Tecrîd wê winda bike, azadî wê bi ser bikeve’ starta kampanyayê li Stenbolê bi deklerasyonekê eşkere kir.

Daxuyaniya ku li pêşiya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hate kirin, Parlementerên HDP’ê Dîlek Ocalan, Feleknas Ûca, Saadet Becerîklî, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyigît, Meclîsên Jinan ên HDP’ê û HDK’ê, li gel Dayikên Aştiyê gelek jin beşdar bûn.

Di çalakiyê de pankarta “Tecrîd wê winda bike, azadî wê bi ser bikeve” hate vekirin, dowîzên bi nivîsa “Heqîqet Ocalan e, Ocalan jiyana azad e” û “Bi berxwedanê em ê tecrîdê bişkînin” hatin hildan. Dîsa di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ye Serok” û “Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan” hatin qîrkirin.

Di çalakiyê de ewilê Parlamenter Ûca axivî û got: “Brêz Ocalan bi komlopyê hat girtin. Îro 6 milyon û nîv mirov dibêje Serok Apo û wî wek Serok qebûl dike. 6 milyon û nîv mirov ji bo azadiya wî îmze avêtiye. Tecrîta îro li Îmraliyê li ser bi milyonan mirov tê meşandin. Her wiha ev tecrît li ser aştiyê tê meşandin. Em jin kampanyayê didin destpêkirin. Heta tecrîta Îmraliyê bê şikandin em ê nesekinin û xwedî li vîna xwe derbikevin. Em jî wek 6 mîlyon û nîv dibêjin ‘Ocalan vîna me ye.’ Mifteya aştiyê di destê Ocalan de ye.”

Piştî Ûca, li ser navê jinan endama TJA’yê Sebahat Erdogan deklarasyon xwend. Erdogan bi van gotinan dest bi xwendina deklarasyonê kir: “Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bi komployek navnewletî hat girtin. Sîstema êşkenceya 17 sal e li Îmraliyê û bi taybetî jî di 2 salên dawî de tecrîta girankirî tê meşandin, encama spartina planek hêzên desthilatdariya navdewletî ya koletiyê ye ku li ser gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e.” Erdogan destnîşan kir ku sirûda “Hûn nikarin roja me tarî bikin” berxwedanek ji agire û dîrokek da destpêkirin. Erdogan wiha got: “Di pêvajoyên herî giran de 6 mîlyon û nîv gotiye ‘Rêberê Gelê Kurd Brêz Abdullah Ocalan vîna min e’ û daxwznameyên îmzeyan berhevkirin û dan meclîsê. Di çalakî û serhildanên bêhejmar de azadiya Rêberiyê hatiye daxwaz kirin.”

Erdogan diyar kir ku heta Rêbertiya gelekê di bin tecrît û êrîşên îmhayê de be ew gel nikare azad bibe û wiha domand: “Têkoşîna azadiyê wê li dijî koletî, dagirkirin, bêwekhevî û tecrîta girankirî wê bênavber didome û bidome. Ji ber ku saziya Serokatiyê, derbasî rêxistinbûna jiyana çand, polîtîka, felsefe û ramanê civakekê bûye. Dixwazin jiyana civakê bê Serokatî bihêlin. Têkçûna hikûmeta AKP’ê ewil bi plana têkbirinê li Îmraliyê daye destpêkirin.”

Erdogan anî ziman ku ji kuştinê bigire heta xerakirina bajêr û girtina siyasetmedarên gelê Kurd bi Rewşa Awarte û plana eciqandinê didome û dixwazin bi tecrîtê gelê Kurd kole bikin û dîl bigirin. Erdogan diyar kir ku tecrît teqez li dijî azadiya jinê û destkeftiyên gelê Kurd e û Ocalan ê ku şoreşa jinê li pêş xistiye hevrêbûna dîrokî ya jinê temsîl dike.

Erdogan di dewama daxuyaniyê de ev tişt got: “Dixwazin bi tecrîtê tevgera jinê tasfiye bikin. Tecrît li dijî têkoşîna azadiya jinên Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Bi tecrîtê dixwazin şoreşa Rojava û berxwedana Şengalê têk bibin. Bi Rewşa Awarte û tecrîtê jî dixwazin hemû xebatên jinên Bakurê Kurdistanê bigirin û tune bikin. Bê Serokatî dixwazin xeta rizgariya jinê tune bikin. Di vê çarçoveyê de dixwazin bi tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û tecrîta li ser jinên Kurd dorpêç bikin. Gelên herêmê, jin, ronakbîr, hêzên demokratîk û hemû jiyanên cuda di bin êrîşên tecrîtê de ne.”
Erdogan bi van gotinan dawî li deklarasyonê anî: “Armanca faşîzmê ya sereke ew e ku hebûna Kurdan tune bike û kûrkirina sîstema li Îmraliyê ye. Tekane rêya rizgariya ji faşîzmê azadî û rizgariya Brêz Ocalan e. Ji bo demokrasi, edalet, aştî, biratî û wekheviyê li dijî tecrîtê em li berxwe bidin. Têkoşîna li dijî faşîzmê têkoşîna li dijî tecrîtê ye. Em ê jiyana bê serokatî qet qebûl nekin. Ya jiyana azad ya jiyana azad. Em dibêjin tecrît wê winda bike, azadî wê biser bikeve.”