TJA: AKP divê dev ji bikaranîna penaberan biqere

TJA bal kişande ser polîtîkayên AKP'ê yên li ser penaberan û got, li kampan bûyerên tacîz û tecawîzê hene.

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkilî polîtîkaya penaberan a AKP'ê got, AKP penaberan li dijî Ewropayê mîna şantajê bi kar tîne, cografyaya Kurdistanê jî bi şer dike qada penaberiyê, Kurdan Misilman, Kurdên Êzîdî, Ereb, Sûryanan ji şûnwarên wan dike.

TJA'yê diyar kir penaberên jin ku têne Tirkiyê û li gelek bajaran li kampan dimînin, negihane heqên xwe yên demokratîk û got, ''Li kampên penaberan bûyerên tacîz, tecawizê û fihûşê gelek caran di çapememeniyê de derketin. Di çapemeniyê de derketiye, li kampa penaberan a Rihayê keçikên zarok ên 13-14 salî tînin ser hewiya 4- 5'an, bi pereyan difiroşin û her wiha li di ber hewcehiyiyên sereke de li bajarê konî yê Telhamût Serêkaniyê fihûşê bi rengekî sîstematîk li ser jinan ferz dikin.''

'KAPM DIVÊ JI RÊXISTINÊN JINAN RE WERIN VEKIRIN'

TJA'yê hişyarî da AKP'ê û got, AKP demildest divê dev jê biqere ku penaberan bike polîtîkayên xwe yên berjewendiyê. TJA'yê got, ''Bi pêşnûmeya yasaya gerdûnî divê mafên penaberan werin parastin, divê Peymana NY'yê were bicihanîn. Ji bo ku pêşî li her cure tundiya li ser jinan û zarokan were girtin, divê kamp ji rêxistinên jian re, ji rêxistinên  civaka sivîl re wer vekirin.''