Otobusên ku ji bo rûniştina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş a li Girtîgeha Sîncanê wê ji qada Vedat Dolûkay rabûna, ji aliyê polîsan ve hatin girêdan. Hat hînbûn ku otobus beriya ku werin cihê hevdîtinê, ji aliyê polîsan ve hatin qedexekirin.
Ligel ku hate astengkirin jî gelek kes bi derfetên xwe çûn Girtîgeha Sîncanê.
WALÎTÎ: HER TIŞT QEDEXE YE!
Walîtiya Enqereyê jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de rûniştina doza Demîrtaş kir hincet û diyar kir ku li nava bajêr her cure meş, çalakiya rûniştinê, bibîranîn hatine ‘qedexekirin.’