Tirsa HDP’ê ketiye dilê AKP’ê!

AKP ji ber çoşiya lîsteya namzetan a HDP’ê tirsiya û gelek  namzet betal kir.

Pişî ku rejîma AKP-MHP’ê pê derxist ku di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de wê têk biçe, ji bo ku HDP’ê bêbandor bike her rêbazê diceribîne. Ji ber ku nekarî HDP’ê teslîm bigire dixwaze tasfiye bike. Li Şirnex û Colemêrgê piranî dengên HDP’ê ne dixwaze sendoqan bibe deverên dî û her wiha namzetiya namzetên HDP’ê jî betal dike.

Piştî ku namzetiya siyasetmedaran a HDP’ê hate hişkerekirin ji ‘’Doza Sereke ya KCK’ê’’ ceza li siyasetmedarên Kurd hate barandin. Pero Dundar, Leyla Guven, Ebrû Gunay û Mûsa Farîsoglullari yên ku ceza xwarin ji HDP’ê namzet in.

ÊRÎŞA LI SER VÎNA ELEWIYAN

AKP ji hêlekê ve pîrozbahiyên Elewiyan mîna razemîniya hilbijartinê dibîne, dibêje wê malên Cemê çêbikin, ji nasnekirina vîna Elewiyan nîşan da ku ne jidil e. AKP dixwaze Elewiyên ku diçine HDP’ê asteng bike, bi vê çarçoweyê namzetiya Serokê Rûmetê ya Konfederasyyona Yekîtiya Elewiyên Ewropayê, Turgut Oker ku ku Nametê Parlamenteriya Stenbolê ya HDP’ê bû betal kir. HDP’ê Zeynel Ozen li şûna Oker danî.

NAMZETÎ DIYAR BÛ, CEZA TEQEZ BÛ

Her wiha piştî ku teqez bû ku Idrîs Balûken ê rehîn li Êlihê ji HDP’ê di rêza pêşî de namzet e cezayê Balûken teqez bû. Li Şûna Balûken Mehmet Ruştu Tiryakî hate danîn.

ÊN DIN..

Yuksek Akgun ku li Bursayê ji  herêma pêşî nazmet bû namzeta wî hate betalkirin û li şûna wî Adnan Şahîn hate danîn.

Li Dîlokê jî namzetiya Bedriya Yorgun hate vetokirin û li şûna wê Bêrîvan Ozpolat Şîmşek hate danîn.

Li Şirnexê jî namzetiya Abdullah Gunden hate betalkirin, li şûna wî Hasan Ozguneş hate danîn.