Tirkiyeyê bi pereyên Yekîtiya Ewropayê wesayitên zirxî kirî ye!
Endamê Komîsyona Ewropayê yê ji Berfirehbûn û Têkiliyên Cîrantiyê Berpirsyar Johannes Hahn got, alîkariya malî ya beriya ji bo endametiyê ji Tirkiyeyê re dihate dayin, hatiye kêmkirin.
Endamê Komîsyona Ewropayê yê ji Berfirehbûn û Têkiliyên Cîrantiyê Berpirsyar Johannes Hahn got, alîkariya malî ya beriya ji bo endametiyê ji Tirkiyeyê re dihate dayin, hatiye kêmkirin.
Li gorî saziya medya Elman Deutsche Welle (DW), Hahn diyar kir ku alîkariya beriya endametiyê tê dayin û bi kurtasî jê re IPA tê gotin, 40 ji sedî yê beşa sala 2018'an hatiye birîn.
Hahn li rûniştina êvara Pêncşemê ya li Parlamenta Ewropayê axivî û got, "Tirkiye ku demokrasî û mafên mirovan lê qels bûye, ji Ewropayê dûr ketiye."
Hahn diyar kir, divê fonên IPA bên kêmkirin û ji cihên 'sereke' re bên dayin û ji bo vê jî işaret bi saziyên civaka sivîl kir ên ji bo demokrasî, mafên mirovan û dewleta hiqûqê dixebitin.
Yekîtiya Ewropayê di çarçoveya danûstandinên endametiyê yên bi Tirkiyeyê re, ji bo alîkariya beriya endametiyê 4 milyar û 453 milyon euro alîkariya malî veqetandibû. Ev alîkarî wê di navbera salên 2014-2020'î de bihata dayin. Li gorî DW, wê bi qasî 253 milyon euro ji budçeya sala 2018'an a ji bo Tirkiyeyê hatiye veteqandin bê birîn.
TIRKIYE BI PEREYÊ JI YEKÎTIYA EWROPAYÊ DIGIRE, WESAYITÊN ZIRXÎ DIKIRE
Di rûniştina parlamentê de gelek endamên Parlamenta Ewropayê işaret bi sedema kêmkirina alîkariya malî kirin. Li gorî nûçeya DW, parlamenteran gotin, "Tirkiye bi vê alîkariyê wesayitên zirxî dikire û rêya van wesayitan hewl dide hinek ji penaberên ji Sûriyeyê bi zorê vegerînin."
KATÎ PÎRÎ: BILA LÊPIRSÎN DEST PÊ BIKE
Raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê Katî Pîrî nerazîbûn nîşanî rêveberiya Tirk da ku bi fonên Yekîtiya Ewropayê wesayitên zirxî dikire û bang li Komîsyona Ewropayê kir ku dest bi lêpirsînê bike. Pîrî got, eger komîsyon vê neke wê bibe hevkarê Tirkiyeyê yê binpêkirina mafên mirovan a li ser sînorê Sûriyeyê.
HAHN LI WESAYITÊN ZIRXÎ MIKUR HAT
Gelek endamên Yekîtiya Ewropayê jî destnîşan kirin ku bi rêya van wesayitan gelek penaberên Sûriyeyî hatine kuştin. Johannes Hahn ku li ber van îdîayan rabû, her wiha piştrast kir ku bi alîkariya IPA, Tirkiyeyê ji bo 'ewlekariya sînor' wesayitên zirxî yên bê çek kirî ye.