'Tîmên taybet wek çeteyên DAIŞ’ê tekbîr digotin stran dan guhdarkirin'
Parlamentera HDP’ê Îrmez, li Hezexê ku tîmên taybet tekbîr digotin û strana “Olurum Tirkiyem” didan guhdarkirin bir Meclîsê.
Parlamentera HDP’ê Îrmez, li Hezexê ku tîmên taybet tekbîr digotin û strana “Olurum Tirkiyem” didan guhdarkirin bir Meclîsê.
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, der barê tîmên taybet ên li hewşa Midûriyeta Emniyetê ya li navçeya Hezexê tekbîr digotin, rasterast gule direşandin de pêşnûmepirs da.
'GIRÊDAYÎ ÇETEYA ESEDÛLLAH IN?'
Îrmeza HDP’yî ev pirs ji Wezîr Altinok kir:
“Der barê tîmên taybet ên bi gulebarana derdorê teror meşandin, ti lêpirsîn an jî lêkolîn hatiye destpêkirin? Eger lêpirsîn nehatibin destpêkirin hinceta wê çi ye?
Ev şexsên em behs dikin girêdayî çeteya Esedûllah a paramîlîter a ku berê li Sûr û Farqînê derketibûn holê ne?
Ji 24’ê Tirmehê 2015’an ve bi giştî çiqas hêzên dewletê şandine bajarê Şirnexê û navçeyên wê? Niha li bajarê Şirnexê û navçeyên wê çiqas tîmên taybet hene? Hûn plan dikin ku vê hejmarê zêde bikin?
Der barê binpêkirina mafên mirovan ên ji aliyê hêzên dewletê li herêmên Rojhilat û Başûrrojhilat ti xebatên we hene? Eger çêbibin, ev çi xebat in?
Emrê tîmên taybet ên li Şirnex û navçeyên wê kar dikin çiqas e? Tîmên taybet ên wezîfedar, berê jî li herêmê wezîfe kiribûn? Van wezîfedaran di dîrokeke nêz de li wezîfeyek derveyî sînor mane? Eger kiribin, li ku derê?
Der barê cil û riha tîmên taybet ti hişyarî yan jî nîzam heye? Eger hebe ji bo çi bi israr ev wezîfedar bi rih in?”