Tîmên mobîl ên YPG'ê bûne tirsa dilê çeteyên DAIŞ'ê
Tîmên mobîl ên YPG'ê bûne tirsa dilê çeteyên DAIŞ'ê
Tîmên mobîl ên YPG'ê bûne tirsa dilê çeteyên DAIŞ'ê
Tîmên mobîl ên YPG/YPJ'ê ku zêdeyî sed gundên li rojavayê Kobanê ji xwe re weke baregehê dibînin, bûye tirsa dilê çeteyên DAIŞ'ê. Ji şervanan Cemal Heso yê YPG'yî got, "Gundên me qadên jiyanê yên gelê me ne. Me êrîşî kesî nekir. Hêza me heye ku em bersiva pêwîst bide yên êrîşî me dike. Banga me li ciwanên me ew e ku bila werin di parastina gundên xwe de cih bigirin. Bila zanibin ku li vê derê ji bo çeteyan bi tenê mirin heye."
Hewldana dagirkirina Kobanê ku çeteyên DAIŞ'ê di 15'ê Îlonê de da destpêkirin, bi berxwedana YPG/YPJ'ê tê pûçkirin. Çeteyên ku bi dagirkirina 362 gundan re hatin navenda bajêr, roj bi roj derbên giran dixwin. Çeteyên hewl didin birevin û hêza xurtkirinê bîne navenda bajêr jî, ji tîmên mobîl ên YPG'ê derban dixwin. Tîmên mobîl ên YPG'ê, ku kontrola gundên rojava xistine destê xwe, bi şerê gerîla derbên giran li çeteyan didin.
Şervanên YPG'ê dan xuyakirin ku ji Çemê Firatê heta herêma Zorava ya weke eniya rojava bi nav dikin, xwe gihandine zêdeyî sed gundan û destnîşan kir ku ew li cihekî nasekinin, di her tevgerekê de li çeteyan didin û wan tine dikin. Cemal Heso yê YPG'yî diyar kir ku ew pêşî li veguhastina çeteyên nû ji bo Kobanê digirin û li hemberî çeteyên xwe vedikşînin jî çalakiyan lidar dixin. Şervanê YPG'ê Heso destnîşan kir, ku Kobanê wê li çeteyan bibe goristan.
'BAWERIYA ME HEYE'
Heso da zanîn ku kontrola gundan di destê wan de ye, lê belê ew li gundekî namînin û got, "Eger çete hebin, em derdikevin holê, wan tine dikin û winda dibin. Wan, tank, top, hawan jî di nav de her cûre çekên giran li dijî mirovên me yên sivîl bikar anîn. Di destê me de kalaşnîkov û baweriya me heye. Li Kobanê bersiva pêwîst ji rêhevalên me werdigirin. Em jî pişt Kobanê paqij dikin."
'BILA WERIN Û GUNDAN BIPARÊZIN'
Heso anî ziman ku di nava tîmên YPG'ê de ji her temenî şervan hene û da xuyakirin ku ew li gel Kemalê Simê yê 60 salî û Hogir ê 20 salî şer dike, lewma nahêlin çete li eniya rojava bilivin. Heso got, "Gundên me qadên jiyanê yên gelê me ne. Me êrîşî kesî nekirin. Em xwedî wê hêzê ne ku bersivê bide yê êrîşî me dike. Banga me li ciwanên me jî ew e ku bila werin gundên xwe biparêzin. Bila zanibin ku li vir ji bo çeteyan bi tenê mirin heye. Bila werin gundên xwe biparêzin."