Til Koçer ji mayinên çeteyan hate paqijkirin
Til Koçer ji mayinên çeteyan hate paqijkirin
Til Koçer ji mayinên çeteyan hate paqijkirin
Bajarokê Til Koçer ê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Iraqê, piştî ku ji aliyê hêzên YPG'ê ve ji komên çete yên DAIŞ/Eniya El-Nusra hate rizgarkirin, di nava 10 rojan de ji mayin û bombeyên ku çeteyan danîbûn hate paqijkirin. Lê ji ber ku hîn derdora bajarok bi temamî nehatiye paqijkirin, ji bo demekê destûra welatiyên dixwazin vegerin nayê dayîn.
Bajarokê Til Koçer di 27'ê Cotmeha 2013'an de ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve di çarçoveya "Operasyona Şoreşgerî a Tolhildana Şehîdên Tirbespiyê û Çilaxa" de ji komên çete yên DAIŞ/Eniya El-Nusra û komikên girêdayî wan hate rizgarkirin.
Lê komên çete yên ku bajarok wekî navenda êrîşên xwe yên li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê bikar di anî, dema li hemberî hêzên YPG'ê windahiyên mezin dan û reviyan, piraniya bajarok bi mayin kirin. Bi taybetî herêma Deriyê Sînor ê Til Koçer, gelek kolanên bajarok û derdora wê ji aliyê çeteyan ve hatibûn mayinkirin. Her wiha gelek bombeyên ne teqiyayî li nava kolanên bajarokê hatibûn hiştin.
Hêzên YPG'ê jî piştî rizgarkirina bajarokê vê carê dest bi paqijkirina mayin û bombeyan kir. Di paqijkirina bajarokê de hêzên Asayîşê jî alîkariya YPG'ê kirin. Yekîneyên YPG û Asayîşê di nava 10 rojan de deriyê sînor û hemû kolanên bajarokê ji mayinan paqij kirin.
Li gorî nûçeya ANHA ya ji çavkaniyên YPG'ê agahî wergirt, komên çete ji bilî kolanan, bombe û mayin danîbûn nava xaniyên welatiyan jî. Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyan di ambulansekê de jî TNT bicîh kiribû, lê ew jî hatiye paqijkirin. Hejmara mayin û bombeyên ji nava bajarokê hatine topkirin tam nayê zanîn, lê li gorî çavkaniyên YPG'ê gelek mayin û madeyên teqemeniyê hatine dîtin.
Hêzên YPG û Asayîşê piştî nava bajarokê, li derdora bajarokê jî dest bi paqijkirina mayinan kiriye. Ji ber ku ev xebat hîn temam nebûye, ji bo demekê destûra welatiyên ku dixwazin vegerin bajarokê nayê dayîn.
Rêveberê Asayîşa Rimêlan Nafiz Ebdulezîz ku derbarê mijarê de diyar kir ku wan hejmarek zêde mayin û TNT kom kirine. Ebdulezîz destnîşan kir ku heta derdora bajarokê bi temamî tê paqijkirin ew ê xebata xwe bidomînin. Ebdulezîz, anî ziman ku ji bo vegera welatiyan divê ev xebat bê temamkirin.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim piştî rizgarkirina Til Koçer dabû xuyakirin ku, ji aliyê YPG’ê ve rizgarkirina deriyê sinor yê navbera Mûsil û Tir Koçerê de li dijî ambargoyê alternatîfek nû çêkir û ew dê di milê siyasî de jî guhertinan bi xwe re bîne.
Piştî ku hêzên YPG'ê Deriyê Sînor ê Til Koçer kirin bin kontrola xwe Cîgirê Serokê Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya Girêdayî Parlemantoya Iraqê ragihand ku, ew ji ber Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Deriyê Til Koçer kontrol kirine kêfxweş bûne û desthilatdariya Iraqê wê derî ji bo bazirganiyê veke.