Tevî hemû zextan jî li mîtînga Bûrsayê dengê ‘NA’ bilind bû

Erdogmûş ê ku di mîtîna ‘NA’ ya li Bûrsayê hate lidarxistin de axivî got: “Meşekî me ya dîrokî heye, li pêşiya me pêvajoyekî nû heye. 16’ê Nîsanê ne rojekî ku tenê tercîha me ji ‘NA-ERÊ’ yê be.”

Ji 4 mîtîngên HDP’ê ya îro hate lidarxistin, yek jî li Bûrsayê bû. Di mîtînga ji aliyê rêxistina HDP’ê ya Bûrsayê ku di van rojên dawî de hema hema hemû rêveberên wê hatin girtin, hate lidarxistin de, Endamê MYK’ê yê HDP’ê Yûrtsever Ozsokmenler û Parlemererê HDP’ê yê Amedê Nîmetûllah ERdogmûş axaftin kirin.

 Endamê MYK’ê yê HDP’ê Yûrtsever Ozsokmenler di axaftina xwe de got: “Em her roj dimirin, her roj bi qetilkirina jinan hevrêyekî me tê kuştin. Kanê yên ku wan dikujin. Êdî em ditirsin dakevin kolanan. Ji ber ku kujer, destavêt û qatil berdane kolanan. Di demê van de şideta li ser jinê ji sedî 1.400 zêde bûye. Wê ‘NA’ ya me ‘NA’ ya herî bi hêz be. Ji bo ku zarokên me ên keç ên biçûk di temenê biçûk de nedin zewicandin divê em sindoqan ji ‘NA’ yê tije bikin.

Heskirina me, anîna aştiyê ji bo gelê hejar û welat e. Demokrasî anîna vî welatiye. Ti zext û êrîş me ji rêya me venagerîne. Em qet nakevin ser çokan.”

Ozsokmenler diyar kir ku hevserokên HDP’ê, hevşaredar li girtîgehan li ber xwe didin û got: “Her rojê ji bom e peyamên berxwedan û hêviyê dişînin. Me ji bo wan soz daye. Me soz daye hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dan, hatin şewitandin û hatin kuştin. Heta ku em aştî û demokrasiyê bînîn vî welatî em dev ji rêya xwe bernadin.

Li Bûrsayê gelek zext hene, bi sedan kes hatine binçavkirin. Ji bo ku em mîtîngê lidar bixin hevalên me li girtîgehan in. Grevên birçîbûnê bilind dibin. Em deyndarên hevalê xwe ne, ji bo di sindoqan de dengê na derkeve em ê kar bikin. Me soz daye jinan. Qet û qet devjê bernadin. Bi teqez em ê bi ser bikevin.”

Parlemeterê HDP’ê yê Bûrsayê Nîmetûllah Erdogmûş jî diyar kir ku Bûrsa bajarekî taybet e û ev nirxandin kir:

“Di Qûrana Pîroz de ji bo Mekehê dibêje bajarê dayikan. Çima? Ji ber ku bajarekî mîna dayikane, ji her mirovên cuda di nava xwe de dihewîne. Bûrsa jî ji her beşê civakî û dîrokê bajarekî ku hemû mirovahiyê himêz dike. Ji Bûrsayê heta Trakyayê xwe digihîne Mezopotamyayê mirov li hev kom bûne.

Meşekî me ya dîrokî heye, li pêşiya me pêvajoyekî nû heye. Meşekî me ya dîrokî heye, li pêşiya me pêvajoyekî nû heye. 16’ê Nîsanê ne rojekî ku tenê tercîha me ji ‘NA-ERÊ’ yê be. Em di wê baweriyê de ne bi hev re pirsgirêkên xwe yên ji nû ve bi muzakereyan wê bibe pêvajoyekî nû ya bi xêr.”

Erdogmûş ê ku pirsgirêka Kurd weke mînak da wiha got: “Dema dibêjin pirsgirêka Kurd, weke ku Kurd bi xwe pirsgirêk be tê destgirtin. Dema ku tê gotina pirsgirêka Kurd, her kes baş dizane çavkaniya xwe ji Kurdbûnê digire. Eger ku em ji bo bijîn gelê xwe înkar bikin, wê demê em ê bê exlaq bin. Her gel, her bawerî bi nasnameya xwe bi fikrê xwe bi hev re bila bijî.

'TEVGERA ME, TEVGEREKÎ WIJDANIYE'

Erdogmuş diyarkir ku 18 xalên Destûra Bingehîn ne hatine gotûbêj kirin û wiha got: "Çima? Ji ber ku binghê vê Destûra Bingehîn ne li gorî rewşa heyî ye. Tenê li Bûrsayê bi sedan xebatkarên me di girtîgehan dene. Hevrêyê me Metin, hevjîna xwe û kurê xwe di Qetlîama Pîrsûsê de windakir. Niha ew girtîne û avêtine zindanê. Me ti caran wêjeya mexdûrtiyê ne kiriye û em nakîn jî. Hevserokên me di zindanan dene. 10 hezar hevalên me di rewşa girtinê dene. We tenê ji hevalekî me wêjeya edebyatê bihîstiye? NA. Ji ber ku tevgera me, tevgerekî wijdaniye. Herî direng wê wijdan bigihin hev.

Hun dibînin yên bi hevre 15 salan tevger kirîn, li îxtidarê dijminahiyekî wiha dan destpêkirin ku her kes matmayî ma. Ma me şaş famkir? Navê wê gotin FETO. Lê belê hûn heya duh di hemû mijaran de, ji hundir, ji derve, di perwerdê de, li emniyetê, darazandinê de, sermayeyê de, di ticaretê de we bi hevre tevger nekir ma? Çi çêbû ma hûn ketin li nav hev?

Me ji Destûra Bingehîn a 12'ê Îlonê re ji got NA. Bi erê derbas bû lê meşrûtyeta wê her dem hat gotûbêj kirin. Çima? Ji ber ku bi sepandina cuntayê çêkirina Destûrekî Bingehîn bû. Kesên hiqûqnas Destûra Bingehîn çêkirin. Lê belê ji ber avhewaya wê ne mûsaît bû meşrûtyeta Destûra Bingehîn her dem hat gotûbêj kirin.

Di Destûra Bingehîn ya me de, rûmeta mirovahî li kûye? Jiyana mirovana a pîroz li kûye? Azadiya mirovan li kûye?. Ger rûmeta her ferdekî esas neyê girtin, tenê yên ku bi hêz pêşeroja xwe dixin bin baweriyê de wê ji demê ji vê Destûra Bingehîn ti xêr nayê dîtin. Ger Na neyê, emê ji Destûra Bingehîn re bibêjin NA. Me ji Destûra Bingehîn a 12'ê Îlonê re ji got Na, em ê ji vê Destûra Bingehîn re jî bibêjîn NA."