Tevî êrîşên leşkeran jî gel li sînor e

Tevî êrîşên leşkeran jî gel li sînor e

Ji roja ku berxwedana Kobanê destpê kiriye heta niha li gundê Mehser, Miseynter, Hernêrk û Boydê çalakiyên nobetê didomin û duh êvarê tevî êrîşa leşkeran jî çalakî her diçe mezin dibe.

Berxwedana hêzên YPG-YPJ’ê ya li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê mehek li pişt xwe hişt. Çalakiyên kon ên parçeyek mezin a berxwedana Kobanê ye jî li didome û heta îro bi dehan carî rastî êrîşa leşker û polîsan hatin. Li gundê Miseynter, Mehser, Boydê û Henêrkê welatî rastî êrîşa bombeya gazê ya leşkeran hatin. Welatiyên li gundê Boydê û Henêrkê yên nobet digirtin ji aliyê leşkeran ve rastî gefa gund terk bikin hatibûn û her wiha di kontrola nasname û GBT’ê de derbas bibûn. Di seatên êvarê de bi bombeyên gazê êrîşî gelê ku li gundê Mehserê nobet digirtin  kirin û endama DBP MYK’ê Semra Demîr bi guleya gazê bi giranî birîndar bû.

Piştî vekişîna leşkeran gel dîsa çalakiya xwe da destpêkirin. Gel dîsa li gund hatin cem hev û sînor şopandin û tedbîrên ewlehiyê giritn. Çalakgeran diyar kir ku heta çeteyên DAIŞ’ê ji Rojava paqij nebin wê çalakiya xwe bidomînin û gel tevî hemû şert û mercên zor û zehmet ên hewaya sar nobeta xwe didomîne.

Li aliyê din di çalakiyên kon de jiyana komunal didome. Welatî bi hevkarî xwarinê çêdikin û paqijiya qadê dikin. Her wiha di saetên sibê de bi mînîbusan welatî hatin gundê Misaynterê.