Tevgera ciwanên Kurd yên li Ewropayê xwe rêxistin dikin
Tevgera ciwanên Kurd yên li Ewropayê xwe rêxistin dikin
Tevgera ciwanên Kurd yên li Ewropayê xwe rêxistin dikin
1’mîn Kongreya Xwendekarên Kurd yên li Ewropayê di navbera dîrokên 18-19’ê Gulanê de li zanîngeha Kolnê pêktê. Nûnerê Yeketiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) yê Ewropayê Huseyîn Erdal di derbarê kongreya ku xwendekarên Kurd yên li tevayî Ewropayê tevlî bibin agahî da û da diyarkirin ku, tevgerek bibandor ya xwendekarên Kurd şerte.
Yeketiya Xwendekarên Kurd (YXK) di 12-13’ê Kanûna 1991’an li bajarê Bochum yê Almanyayê, bi tevlîbûna 75 xwendekarên ji welatên cûda yên Ewropayê, federasyona xwendekaran hate avakirin. Di vê pêvajoyekî wisan de hatine xwendekarên Kurdistanî yên li Ewropayê li gel hev û biryara rêxistinbûyîn tevgera xwendekarên Kurd dayîn pir girîng bû.
YXK ku navenda wê li Almanyaye û li gelek welatên Ewropayê xwe birêxistin kiriye, gelek çalakiyên çand û huner jî organîze dike. Çalakiya herî mezin û eleqe tê dîtin, pêşbirka Helbest û Çîrokan ya Huseyîn Çelebiye ku 21 sale didome. Her sal nêzî 500-600 helbest û çîrok tevlî vê çalakiyê dibin.
YXK ku girîngiyê dide xebatên civakî jî, li dijî polîtîkayên dewletên derdorê Kurdan yên weke îmha û înkarê, panel, semîner, konferans, mêzeyên agahdarkirinê û kampanyayên îmzeyan organîze dike.
‘TEKOŞÎNA AZADIYA KURD TEVGEREKÎ CIWANA BÛ’
Xwendekarên Kurd yên dê ji gelek bajarên Ewropayê bên di 1’mîn Kongreya Ewropa 18-19’ê Gulanê li Zanîngeha Kolnê bên cem hev. Beriya Kongreyê Nûnerê YXK’ê yê Ewropayê Huseyîn Erdal di derbarê kongreyê de agahî dan ANF’ê.
Erdal bibîrxist ku di avakirina YXK’ê de ked û rolê pêşeng yê Huseyîn Çelebî pire û got: “Em xwe weke nûnerên xeta şoreşgerên weke di serî de Huseyîn Çelebî, Mazlûm Dogan û Kemal Pîr didin naskirin. Ji ber ku tekoşîna azadiyê ya li Kurdistanê bi komek ya xwendekaran destpêkir.” Erdal balkişande ser ciwan-xwendekarên ku ji Kurdistanê hatin derxistin û li Ewropayê bi asîmîlasyonê re rû bi rû man, YXK mîsyonekî girîng hildigire ser milê xwe. Erdal wiha ravekir:
‘LI ZANÎNGEHAN FIKRA AZAD TÊ ASTENG KIRIN’
“Xwendekarên Kurd ku li Ewropayê xwedî potansiyelekî mezin û mîsyona xwe bi perspektîfekî berfireh dibînin, di aliyê rêxistinbûn, di mijarên çalekbûna polîtîk-sosyal de kêmûkurtiyên mezin hene. Sedema vê heya herî mezin jî, neslê nû yê li Ewropayê jidayîk dibe, ji rastiya xwe û civaka xwe dûr, ji civaka xwe biyanîbûne. Ev netenê di aliyê ziman û çand de ye, di aliyê çemk û dîtina polîtîk de jî wisane.
Neslê nû bi polîtîkayên bê îradekirinê weke, fêrkirina alkol û bikaranîna madeyên hişber. Ev polîtîkayên kapîtalîzmê li pêşiya rêxistinbûna ciwanên xwendekar dibe astenga herî bingehîn. Polîtîkayên perwedeya li zanîngehan jî dê bê qey ji bo fabrîka yan jî fîrmayekê endaman avadike.
Xwendekarên ku azad difikirin, di derbarê mijarên polîtîk, pirsgirêkên civakê helwest digirin û li gorî wê xwe rêxistin dikin, derdora wan tê tengkirin. Heta di van salên dawî de di zanîngehên Almanyayê derdora meclisên xwendekarên azad teng dikin, heta nîqaş dikin ku vana bigirin. Ji ber vê sedemê neslê duwem-sêyem bi zanabûna yan bêzanabûn dikevin ber çerxê kapîtalîzmê.”
‘XWENDEKAR NE XWEDÎ PERSPEKTÎFEK TÊRIN’
Erdal anî ziman ku, “Xwendekarên welatparêz yên bi tekoşîna azadiya Kurdistanê ve girêdayî pirsgirêka wan ya herî mezin nebûna xwedî perspektîfekî têr yan jî ne avakirina vê ye. Bitaybet di vê mijarê de pirsigirêkên cidî yên xwendekarên jin hene.”
Nûnerê YXK’ê ye Ewropayê Huseyîn Erdal balkişande ser pêngava Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 21’ê Adarê Newroza Amedê de “Rizgariya Demokratîk û Pêngava Avakirina Jiyana Azad” dayî destpêkirin li gel li Kurdistan û Tirkiyeyê, xwedî lêderketina tevgera xwendekarên welatparêz-demokratîk yên li Ewropayê jî pir girînge. Her dawî ji bo kongreyê ev agahî dan:
“Di vê pêvajoya ku Tekoşîna Azadiya Kurdistanê gihaye vê astê, pêwîste weke YXK em li tevayî Ewropayê rêxistinek xwe ya xurt çêbiki. Di 1’mîn Kongreya YXK ya Ewropayê ku dê 18-19’ê Gulanê li Kolnê pêk bê, dê dîroka YXK û rewşa xwendekarên Kurd yên di saziyên perwerdeya Ewropayê nîqaş bikin, her wiha dê biryarên polîtîk, rêxistinî û sosyo-çandî bêne girtin. Weke din jî dê li tevayî Ewropayê rêveberiyek bê hilbijartin.”