Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) têkildarî pêkanîna ‘cilên yekcureyî’ yên li girtîgehan daxuyaniyeke nivîskî belav kir.TŞYG’ê di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir:
“Êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê ya ku dixwaze jiyana siyasî û civakî bike yekreng, îradeyê bişkîne û teslîm bigire, didome. Erdogan û AKP’ê piştî gotina “yek dewlet”, “yek ol” û “yek neteweyê” niha jî dibêje ‘yek cil’.
Ji xeynî îşkence, sirgun, înfaz û binpêkirina mafên mirovan, dewleta faşîst a ku nikare vîn û îradeya girtiyan bişkîne dixwaze li girtîgehan “cilên yekcureyî” li girtiyan bike.
Di dema derbeya faşîst a 12’ê Îlonê de jî bi berxwedana girtiyên şoreşger vê pêkanîna yek cilî têk çûbû. Evren û cûntaya wî bi êrîşa yek cilî re nekarî vîna şoreşgeran bişkîne û wan teslîm bigire. Niha jî Erdogan û şirîkên wî dîsa radihêlin vê çeka zingarî. Lê divê bizanibin çawa ku darbekarên 12’ê Îlonê bi ser neketin, ew ê jî bi ser nekevin!
Faşîzma AKP-MHP’ê ya ku bi êrîşên faşîzan û tasfiyeyê nekarî vîna tevgera me ya şoreşger bişkîne, bi êrîşa “cilên yek cureyî” jî wê nikaribe îradeya girtiyên şoreşger bişkîne.
Wê hemû girtiyên şoreşger ên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê berxwedana xwe bikin yek û vê êrîşa faşîzmê ya ‘cilên yek cureyî’ pûç bikin. Divê em di vê berxwedana girtiyên şoreşger de wan bi tenê nehêlin. Divê em berxwedana li derve û hundir bikin yek, em dengê girtiyên şoreşger li kolanan bikin yek. Em ê bi ser bikevin, wê gelên me bi ser bikevin, wê berxwedana yekbûyî bi ser bikeve.”